Zêviyên pembo dibin çêregeh!

Belavbûna nexweşiyan di nav berhema pembo de û tunebûna dermanên guncaw, bûn sedem ku berhem ji sedî 80 telef bibe, lewre jî dê cotkar zeviyên xwe bikin çêre û bifiroşin sewalkaran.

Zêviyên pembo dibin çêregeh!
Zêviyên pembo dibin çêregeh!
4 îlon, 2018   07:15

EHMED EL-ESAF / REQA

Ji ber belavbûna nexweşiyan di nav berhema pembo de û tunebûna dermanên sûdewar, hilberîna pembo bi rêjeya ji sedî 80 telef bû. Di encamê de cotkar û ji bo derbaskirina xisarên xwe, neçar man hilberînê bi buhayê 12 hezar qerebûyî sewalkaran bikin. Ev qerebû jî lêçûna cotkaran a ku gihaşt 40 hezar lîreyên Sûriyeyê.

Cotkarê bi navê Casim El-Eyaş ji şêniyên El-Himêrat ê gundewarê rojhilatê Reqayê têkildarî mijarê wiha got: "Cotkaran îsal gelek zirar dît. Em bang li Komîteya Çandiniyê dikin ku hilmijên avê sererast bikin û mesrefên çandiniyê ji bo alîkariya cotkaran vekin."

Pembo ji girîngtirîn berhema çandiniyê ya bajarê Reqayê ye.

(şx)

ANHA