'Binpêkirinên dewleta Tirk li Efrînê guneha civata navdewletî û rêxistinên mirovî ye'

Rewşenbîrên kantona Efrînê destnîşan kir ku ji ber dagirkeriya Tirk û çeteyên girêdayî wê li Efrînê, pir tevlihev bûye û binpêkirinên dewleta Tirk der heqê sivîlên Efrînê de guneh û berpirsyariya civata navdewletî û rêxistinên mirovî ye.

'Binpêkirinên dewleta Tirk li Efrînê guneha civata navdewletî û rêxistinên mirovî ye'
4 îlon, 2018   06:05

CEFAR CAFO / ŞEHBA

Ev bû nêzî 6 mehan ku Efrîn ji aliyê dagirkera Tirk û çeteyên girêdayî wê hatiye dagirkirin. Ji ber wê şêniyên Efrînê neçar man ji malên xwe derkevin û li herêmên Şehbayê bi cih bûn. Ji wê demê heta roja me ya îro li Efrînê hovanetirîn binpêkirinên der heqê exlaqê mirovahiyê de tên kirin.

Ji bo nirxandina vê rewşê rewşenbîrên kantona Efrînê ji ajansa me re axivîn.

Şêwekarê bi navê Ardelan Ibrahîm wiha got: "Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê û bi erêkirineke navdewletî, êrîşî Efrînê kir û ew dagir kir. Ev êrîş ji bo têkbirina projeya neteweya demokratîk pêk hat."

Ibrahîm berxwedana gelê Efrînê ya 58 rojan bi mezintirîn lehengî û bertekên ku bajarê aştiyê Efrînê nîşan daye, şayesand û her wiha destnîşan kir ku bi tevlêbûna gelên Bakurê Sûriyeyê û Kurdistanê wateya serkeftin û têkoşînê girt û hişt ku cîhan matmayî li vê şoreşê binêre.

Di berdewama gotinên xwe de Ibrahîm diyar kir ku artêşa Tirk ji roja destpêkê heta niha bi hedefgirtina şûnwar û cihên dîrokî îsbat kir ku ew dixwaze dîroka herêmê wêran û talan bike, demografyaya herêmê biguhere û rastiyan veşêre.

Di dawiyê de şêwekar Ardelan Ibrahîm diyar kir ku civata navdewletî û rêxistinên mafên mirovan berpirsên binpêkirinên ku li Efrînê ne û bûyerên li Efrînê diqewimin rastiya rêxistinên hiqûqî û mirovî aşkera dike.

Girêdayî heman mijarê hunermend Mihemed Welîd dagirkeriya Tirk şermezar kir. Welîd destnîşan kir ku Efrîn bûbû bajarê herî xweşik, herî aram û ji aliyê rêxistinî ve yê herî bi hêz. Di Şoreşa Rojava de Efrîn di hemû astên jiyanê de gelekî bi pêş ketibû.

Her wiha Welîd diyar kir ku pêşketinên ku li Efrînê rû dane, ne li gorî dewletên dagirker bûn ji ber wê û ji bo şikandina projeya pêşerojê ya ku çareseriya herî guncaw ji aloziya Sûriyeyê re ye, dewleta Tirk Efrîn dagir kir û gelek komkujî der heqê welatiyan de pêk anîn.  

Girêdayî mijara rewşa şêniyên Efrînê ku li kampên Şehbayê bi cih bûne, Welîd wiha got: "Şêniyên Efrînê hemû milk û malên xwe li şûna xwe hiştin û tiştek bi xwe re neanîn. Ruxmî gelek bangewaziyan lê rêxistinên cîhanî û mirovî banga alîkariyê paşguh kir û tiştekî pêşkêş nakin."

Di dawiyê de hunermend Mihemed Welîd bang li rewşenbîrên cîhanê û civata navdewletî kir ku bi erk û berpirsyariyên xwe li hemberî şêniyên Efrînê ku di bin rihma dagirkera Tirk û çeteyên wê de mane, rabin û Efrînê ji dagirkeriyê xilas bikin.

(şx)

ANHA