Şaredariyê pirsgirêka herî mezin a li taxa Cûdî çareser dike

Piştî rexneyên niştecihên taxa Cûdî (Xêrka) li şaredariyê ku taxa di gelek aliyan de paşguh kiriye, Şaredariya Gel a bajarê Dêrîkê îro tax ji bermahiyên xanên sewalan paqij kirin. Şardariyê ji aliyê xwe de ji sewlakaran xwestin ku xanên veguhêzinin derveyên taxan.

Şaredariyê pirsgirêka herî mezin a li taxa Cûdî çareser dike
Şaredariyê pirsgirêka herî mezin a li taxa Cûdî çareser dike
Şaredariyê pirsgirêka herî mezin a li taxa Cûdî çareser dike
Şaredariyê pirsgirêka herî mezin a li taxa Cûdî çareser dike
3 îlon, 2018   15:04

QAMIŞLO

Beriya niha jî ajansa me raporek li ser mijara kombûna bermahiyên qirêja sewalan di nav taxan de û giliyên şêniyên ji ber wê, weşandibû.

Li ser rexneyên şêniyan Şaredariya Gel a bajarê Dêrîkê hefteya borî biryarnameyek derxistibû, tê de daxwaz ji sewlkaran kiribû ku xanên sewalan ji taxê veguhêzinin.

Şaredariya Gel a bajêr Îro, bermahiyên xanan rakirin.

Her wiha şaredarî bang li xwediyên sewalan kir ku xaneyên sewalan veguhêzin derveyî taxan. Muxelefeya ne bicihanîna vê biryarê 100 hezar lîreyên Sûriyeyê ye.

Li gorî berpirsên şaredariyê xpêngava paqijkirina taxê ji bermahiyên sewalan dê hefteyekê bidome.

Ev biryar bû cihê kêfxweşiya şêniyan. Lê hinek xwediyên sewalan bi biryarê nerazîbûn ji ber ku lêçûna veguhestina xaneyan dê li ser wan be.

(şx)

ANHA