Civîna Parlamentoya Iraqê ji bo sibe hate paşxistin

Piştî ku palamenterên nû yên Parlamentoya Iraqê sond xwarin, rûniştin ji bo sibe hate paşxistin.

Civîna Parlamentoya Iraqê ji bo sibe hate paşxistin
3 îlon, 2018   15:02

NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamentoya Iraqê îro piştî 113 rojên hilbijartina 12'ê Gulanê civiya. Rûniştina dema 4'an ya parlementoya Iraqê bi deqîqeyek rêzgirtin û sirûda netewî ya Iraqê destpê kir. Parlemento ji aliyê parlementerê herî bi temen Mihemed Elî Zeynî ve hate vekirin. Piştî sirûda netewî li ser girîngiya dema nû ya parlementoya Iraqê Serokkomarê Iraqê Fûad Mehsûm axaftin kir. Piştî axaftina Serokkomar, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî axivî.

Piştî sondxwarinê rûniştina parlamentoyê ji bo sibe saet 11:00'an hate paşxistin.

Îro koma Hevpeymaniya Çaksasî ku ji komên  Saîrun, Nesir, Hîkme û çend komên din pêk tê, bi 180 parlamenteran xwe weke koma herî mezin îlan kir. Her wiha Koalîsyona Binyatnan ku ji Koma Feteh û Dewleta Yasa pêk tê bi 159 parlamenteran xwe weke koma herî mezin îlan kir.

Li gorî çavkaniyan, Usema Nucefî, Gilal Zubhî, Mihemed Temîn, Ehmed Cibûrî û Mihemed Cilbusî ji bo serokatiya parlamentoyê namzet in.

Parlemento ku ji 329 kesan pêk tê, di rûniştina îro de 297 kes amade bûn.