Hêzên dagirker xwezaya Efrînê qetil dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyê wê di êrîşên xwe yên bi armanca qirkirinê li Efrînê de, ji bilî revandin, kuştin û talakirinê, dest diavêjin xwezaya Efrînê û bi hezaran darên zeytûnan şewitandin.

Hêzên dagirker xwezaya Efrînê qetil dikin
3 îlon, 2018   15:54

EFRÎN

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku, arêtşa Tirk a dagiker û çeteyên girêdayî wê duh, li devera di navbera gundê Şediya û Hopkayê de yên girêdayî herêma Racoya ya kantona Efrînê bi hezaran darên zeytûnan û baxçe şewitandin.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku hêzên dagirker li gundê Hopkayê 6 hezar darên zeytûnan ên welatiyê bi navê Behrî Ebdî û zêdeyî 50 hezar ên welatiyê bi navê Nesan Mihemed Bekir şêwitandin, her wiha qasî 3 km zeviyên Zeynal Hesen û Fexrî Hesen hate şewitandin.

ANHA