Tevgereke xurt li sûka El-Hal a Reqayê heye

Welatiyên bajarê Reqayê û bazirganên ji herêmên bakurê Sûriyeyê berê xwe didin bazara sebzeyan a "Sûq El-Hal" a li kolana Bab Bexdad ji bo kirîna sebze û fêkiyan.

Tevgereke xurt li sûka El-Hal a Reqayê heye
Tevgereke xurt li sûka El-Hal a Reqayê heye
Tevgereke xurt li sûka El-Hal a Reqayê heye
Tevgereke xurt li sûka El-Hal a Reqayê heye
Tevgereke xurt li sûka El-Hal a Reqayê heye
Tevgereke xurt li sûka El-Hal a Reqayê heye
Tevgereke xurt li sûka El-Hal a Reqayê heye
3 îlon, 2018   09:35

REQA

Welatiyên Reqayê ji bo ku pêdiviyên xwe yên rojane ji sebze û fêkiyan pêk bînin, berê xwe didin sûka sebzeyan a "Sûq El-Hal", li sûka sebzeyan a Reqayê buhayê xwe kêm e, li gorî herêmên din ên bakûrê Sûriyeyê, ji ber ku cihekî stratejîk di nexşeya Sûriyeyê de heye.

Sûka sebzeyan a bajarê Reqayê wek cihê sereke ji bo firotina sebze û fêkiyan li gelek bajarên bakurê Sûriyeyê di nav de Dêrezor, Hesekê, Qamişlo, Til Ebyad, Amûdê, Kobanê, Minbic û Dêrîkê tê kirin, rojane bazirgan li sûka sebzeyan kom dibin ku sebzeyan bikirin û li herêmên bakurê Sûriyeyê bifiroşin.

Her wiha kîloya firingiyan 80, bacanan 200 û petatan (kartol) 90 lê buhaya fêkiyan wek xox bi 250 lîreyên Sûriyeyê ye û hemû cureyên sebzeyan ku welatî dixwazin wek xiyar, bacan, fasûlî û petat hene.

Yek ji bazirganan bi navê Mihemed Hesen El-Hisên wiha got: "Li bajarê Reqayê hemû cureyên sebzeyan li sûka sebzeyan hene û welatî tên hemû pêdiviyên xwe ji sebze û fêkiyan li vir dikirin."

El-Hisên destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ'ê her du pir in, nû û kevn teqandin û cotkaran sebze û fêkî di rêya El-Berik re dianî, ji ber wê buhabûna sebzeyan çêbûn.

Bajarê Reqayê wek cihê sereke di Sûriyeyê de di aliyê firotina sebzeyan û cihekî stratejîk di erdnîgariya Sûriyeyê de ye ji ber ku av tê de heye, her wiha li Reqayê berdêliya bazirganî di navbera Reqa û herêmên berava Sûriyeyê de çêdibe.

(jo)

ANHA