HPG`ê nasnameya şehîdên xwe aşker kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, li Qileban û Geverê ji ber êrîşa hewayî 5 gerîla şehîd bûne.

HPG`ê nasnameya şehîdên xwe aşker kir
HPG`ê nasnameya şehîdên xwe aşker kir
HPG`ê nasnameya şehîdên xwe aşker kir
HPG`ê nasnameya şehîdên xwe aşker kir
HPG`ê nasnameya şehîdên xwe aşker kir
HPG`ê nasnameya şehîdên xwe aşker kir
3 îlon, 2018   08:48

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniyê sê gerîla 11'ê Tebaxê li navçeya Qileban a Şirnexê, du gerîla jî 31'ê Tebaxê li navçeya Gever a Colemêrgê ji ber êrîşa hewayî şehîd bûn.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

"Artêşa TC a dagirker roja 11'ê Tebaxa 2018'an li herêma Pîran a navçeya Qileban a Şirnexê bi desteka hewayî dest bi operasyoneke berfireh kir. Bi piştgiriya balafirên keşfê yên bê mirov, balafirên şer û helîkopterên bi tîpa Kobra bomberdûmaneke giran li herêmê kirin. Ji ber vê bomberdûmanê 3 gerîlayên me yên leheng şehîd bûn.

31'ê Tebaxa 2018'an,  ji ber bomberdûmana artêşa TC a dagirker a li girê Meclîsê yê herêma Çarçella ya navçeya Geverê ya Colemêrgê 2 hevalên me şehîd bûn."

Di dawiya daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê welatparêz ê Kurdistanê hate xwestin û hate gotin, "Em careke din soz didin soz didin, ji bo azadkirina Kurdistanê ku xewn û xeyalê şehîdên me ye, em ê têkoşîna xwe ya bê eman bidomînin."

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:

********

Nasnav: Fîraz Dijwar

Nav paşnav: Ramazan Tosûn

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Navê dayikê: Fadîle

Navê bav: Zekî

Cih û dîroka şehadetê: 11'ê Tebaxa 2018'an / Şirnex

********

Nasnav: Reşît Serdar

Nav paşnav: Ridvan Afşar

Cihê jidayikbûnê: Erzîrom

Navê dayikê: Fatma

Navê bav: Omer

Cih û dîroka şehadetê: 11'ê Tebaxa 2018'an / Şirnex

********

Nasnav: Zinar Ronî

Nav paşnav: Zekî Oger

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Navê dayikê: Alya

Navê bav: Hecî

Cih û dîroka şehadetê: 11'ê Tebaxa 2018'an / Şirnex

*********     

Nasnav: Rojbîn Dara

Nav paşnv: Besna Remo

Cihê jidayikbûnê: Dêrik

Navê dayikê: Zulfa

Navê bav: Abdulbakî

Cih û dîroka şehadetê: 31'ê Tebaxa 2018'an / Colemêrg

********

Nasnav: Vejîn Cûdî

Nav paşnav: Elîf Kultur

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Dayik: Meryem

Navê bav: Sabrî

Cih û dîroka şehadetê: 31'ê Tebaxa 2018'an / Colemêrg