Pira Kevn a Reqayê tê sererastkirin

Werşeyên kar ên girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê dest bi sererastkirina Pira Kevn a Reqayê kir ku bakur û başûrê bajêr bi hev ve girê dide.

Pira Kevn a Reqayê tê sererastkirin
Pira Kevn a Reqayê tê sererastkirin
Pira Kevn a Reqayê tê sererastkirin
Pira Kevn a Reqayê tê sererastkirin
Pira Kevn a Reqayê tê sererastkirin
3 îlon, 2018   07:55

REQA

Meclisa Sivîl a Reqayê dest bi sererastkirina Pira Kevn a Reqayê kir ku demareke sereke ya bajêr e. Bi vê yekê dê gelek zehmetiyên şêniyên bajêr ên ku Ii herêma başûrê çemê Firatê dijîn, bi dawî bibin.

Werşeyên kar di 2`yê Îlonê de dest bi rakirina bermahiyên şer ji wê derê kir û dest bi sererastkirina pirê kir.

Endamê komîteya şopandina kar û xebatên sererastkirinê Abdullrehman Mihemed El-Hesen got ew nikarin demekê ji bo sererastkirina pirê diyar bikin ji ber ku kar li wê derê zêde ye û pêwîstiya wan bi madeyên avakirinê heye û hemû pêdiviyên pêwîst li bajêr nayên peydakirin.

Her wiha diyar kir ku bi sererastkirina Pira Kevn a Reqayê dê çûn û hatina şêniyan di navbera navenda bajêr û herêmên başûr de hêsan bike.

Abdullrehman El-Hesen destnîşan kir ku tevî hemû zehmetiyan û derfetên kêm dê pirê sererast bikin û ji ber wê jî dê sererastkirina pirê hinekî dê dereng bimîne.

(bx)

ANHA