Mijarên îro yên rojnameyên erebî

Rêjîma Sûriyeyê bicihkirina hêzên xwe li derdora deverên agirbesta Rûsya û Tirkiyeyê yên li parêzgehên Idlib, Heleb, Laziqiyê û Hemayê bi dawî kir. Parlemana Iraqê ya nû îro rûniştina xwe ya yekemîn li dar dixe û li başûrê Iraqê jî xwepêşandan berdewam in.

Mijarên îro yên rojnameyên erebî
3 îlon, 2018   07:49

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro behsa geşedanên dawîn ên li parêzgeha Idlbiê û teqînên li balafirgeha Mezê ya leşkerî ya Şamê kir. Rojnameyan bal kişand ser xwepêşandanên li başûrê Iraqê û rûniştina yekemîn a parlemana nû. Her wiha behsa rewşên li Îran, Yemen û jinên filistînî kir ku di zindanên Îsraîlê de dîl hatine girtin.

Tirkiye nikare şer ji Idlibê dûr bixe

Der barê rewş û aloziya Sûriyeyê de rojnameya El-Heyat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Parçebûnên di nava El-Nusra de xebatên Enqereyê yên helandina wê hêsan dike." Rojnameyê ragihand ku duh diyardeyên ji hevderketina dosya Idlibê derketine û destwerdana dewletên rojavayî ji bo rêgirtina li pêşiya şerê ku rêjîma Sûriyeyê xwe jê re amade dike. Di heman demê de Tirkiye xebatên xwe ji bo çareserkirina girêka Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) ku li gorî agahiyên El-Heyat di nava El-Nusra de parçebûn pêk tên û ev yekê zextê zêde li rayedarên wê dike da ku xwe bihelînin.

Rojnameyê da zanîn ku rayedarekî payebilind a Artêşa Azad ji El-Heyat re gotiye ku hejmareke tabûran ji Heyet Tehrîr El-Şam (El-Nusra) veqetiyane û beşdarî rêxistina Huras El-Dîn bûn. Ev yek wek berhema destpêkê ya çareseriya Tirkiyeyê ya girêkok e ku her du vebijêrên siyasî û leşkerî digire nava xwe piştî ku bi hevkariya Rûsyayê Cebhet El-Nusra wek rêxistineke terorîst bi nav kir. Rayedarên Tevgera Ehrar El-Şam ku beşdarî nava Eniya Niştimanî ya Rizgariyê bûne û alîkariya xwe ji Tirkiyeyê werdigire Xalid Ebû Enes piştrast kir ku xebatên Tirkiyeyê ji bo Idlibê ji şer û hilweşandinê dûr bixe bi ser ketiye û diyar kir ku ev xebat li benda lûtkeya dewletên mîsogerkar li Tehranê ne da ku bê erêkirin. Lê li gorî gelek çavkaniyên opozîsyonê ji El-Heyat re got ku serkeftina Enqereyê di vê mijarê de hê jî nehatiye piştrastkirin.

Rêjîmê bicihkirina hêzên xwe bi dawî kir û li benda erêkirina êrîşê ye

Girêdayî heman mijarê rojnameya Şerq El-Ewsat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Hêzên rêjîmê li benda fermana êrîşa li dijî Idlibê ne". Rojnameyê ragihand ku çavkaniyên Sûriyeyê yên xwedî agahî ragihandin ku hêzên rêjîmê li benda fermaneke serokatiyê ne da ku êrîşî Idlibê bikin û piştrast kir ku rêjîmê hêzên xwe li hemû eniyên rojhilat, rojava û başûr û Deşta El-Xab bi cih kirine da ku êrîşekê li dijî herêmên di bin serweriya hêzên opozîsyonê de bikin. Heman çavkaniyan ragihand ku rêjîmê bicihkirina hêzên xwe bi dawî kiriye.

Êrîşa li dijî balafirgeha Mezê û rêjîm li çolistana Siwêdayê pêşve diçe

Der barê rewşa li başûrê Sûriyeyê de rojnameya El-Quds El-Erebî nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Derbeya li Şamê.. di çarçoveya stratejiyeke Îsraîl û Amerîkayê de êrîşa li dijî hevpeymana Sûriye û Îranê ye da ku projeya Tehranê sînordar bike". Rojnameya El-Ereb jî girêdayî heman mijarê manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Teqînên li Mezê êrîşa îsraîlî yan 'çîkeke kehrebeyê' ye". Rojnameyê ragihand ku der barê teqînên ku li balafirgeha Mezê ya leşkerî ya li Şamê pêk hatine de agahî tevlihev bûn. Hin dezgehên çapemeniyê yên fermî yên Sûriyeyê diyar kir ku teqîn ji ber "çîkeke kehrebeyê" pêk hatiye. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê û rayedarekî koalîsyona herêmî ya ku alîkariya rêjîma Sûriyeyê dike, diyar kir ku teqîn di encama êrîşeke moşekên Îsraîlê de bû.  Ev teqîn di heman dema ku rêjîm xwe ji êrîşeke li dijî Idlibê re amade dike û lihevkirinek girêdayî hebûna Îranê di Sûriyeyê de tune ye.

Der barê rewşa li başûrê Sûriyeyê de jî rojnameya El-Heyat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Rêjîm li çolistana Siwêdayê pêşve diçe". Rojnameyê ragihand ku hêzên rêjîmê pêşveçûna xwe li ser hesabê çeteyên DAIŞ'ê li çolistana Siwêda berdewam dike û li gorî agahiyan di encama pevçûnên di navbera her du aliyan de gelek kuştî û birîndar ji her du aliyan çêbûne.

Sozên siyasetmedarên Iraqê bê wate ne û xwepêşandan berdewam dikin

Girêdayî mijarên Iraqê rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin, behsa vegera xwepêşandanên li dijî hikumeta Iraqê kir. rojnameya El-Ereb nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Xwepêşandanên El-Besra derbasî bîrên petrolê dibin". Rojnameyê diyar kir ku sozên çareserkirina pirsgirêkên xizmetguzariyê ji aliyê siyasetmedarên Iraqê ve bê wate derketine.

Parlemana Iraqê yekemîn rûniştina xwe li dar dixe

Girêdayî mijareke din a Iraqê rojnameya Şerq El-Ewsat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Ebadî; ji bo Îran razî be em çarenûsa gelê xwe li hemberî metirsiyan rû bi rû nahêlin". Rojnameya El-Heyat jî wiha got: "Tevî parçebûnên dijwar parlemana Iraqê yekemîn rûniştina xwe lidar dixîne".

Amerîkayê pesnê encamên lêpirsîna koalîsyonê ya der barê bûyera Sehdayê de da

Girêdayî mijarên Yemenê rojnameya Şerq El-Ewsat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Amerîkayê pesnê encamên lêpirsîna bûyera Sehdayê da."

Rûhanî du nûçeyên erênî werdigire

Girêdayî mijarên Îranê jî rojnameya El-Heyat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Parlemana Îranê zextên li ser Rûhanî kêm dike û bandorên ji ber cezayên Amerîkayê nas dike". Rojnameyê ragihand ku Meclîsa Şêwirmendan hewalekirina Rûhanî ji dadgeriyê re red kir. Parlemanê her wiha dengdayîna ji bo jikaravêtina wezîrê perwerdehiyê betal kir.

Metirsiya li ser jinên di zindanên Îsraîlê de dîl hatine girtin zêde dibe

Girêdayî mijarên Filistînê rojnameya El-Qudis El-Erebî  behsa rewşa jinên di zindanên Îsraîlê de dîl hatine girtin kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Navendeke Filistînê hişyarî da ku rewşa jinên Filistînê ku di zindanên dagirkeriyê de dîl hatine girtin, metirsîdar e". Rojnameyê diyar kir ku Navenda Dîlgirtiyan a Lêkolînan û saziyên hiqûqî û mirovahî û navneteweyî ku bala xwe dikişînin ser mijarên jinan, banga zextê li rayedarên dagirkeriyê kir ku destdirêjiyên xwe der heqê jinên Filistînê yên dîl hatine girtin de rawestînin.