Şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbata şehîd Rojbîn re xwest

Bi sedan şêniyên navçeyên Girkê Legê, Til Koçer, Çil Axa û herêma Dêrikê tev li merasîma îlankirina şehadeta gerîlaya HPG`ê Rojbîn Dara bûn û sersaxî ji malbata wê re xwest.

Şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbata şehîd Rojbîn re xwest
Şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbata şehîd Rojbîn re xwest
Şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbata şehîd Rojbîn re xwest
Şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbata şehîd Rojbîn re xwest
2 îlon, 2018   12:13

QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeyên Girkê Legê, Til Koçer, Çil Axa û herêma Dêrikê berê xwe da bajarê Girkê Legê da ku tev li merasîma îlankirina şehadeta gerîlaya HPG`ê Besna Rema (Rojbîn Dara) bibin ku di 31`ê Tebaxa 2018`an de li Herêmên Parastina Medyayê şehîd bûbû.

Konê sersaxiyê li bajarê Girkê Legê hate vedan. Konê sersaxiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên TEV-DEM û Meclisa Malbatên Şehîdan û alên YPJ/YPG`ê hate xemilandin.

Şêniyên herêma Dêrikê, navçeyên wê, nûnerên deste û saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Rêveberiya Sivîl, şervanên YPJ/YPG`ê û hêzên Asayîşê û Parastina Civakî tev li merasîma sersaxiyê bûn.

Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê yek ji fermandarên YPG`ê Ebûd Çiya axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got bi saya têkoşîn û berxwedana şehîdan herêm ji çeteyan hate rizgarkirin.

Her wiha axaftin lin ser navê Meclisa Herêma Dêrikê, Meclisa Til Koçerê û Kongreya Star hatin kirin û sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin.

Dayika şehîd Rojbîn, hevseroka Meclisa Herêma Dêrîkê Zelfa Bedro axivî û got ew şehadeta keça xwe li hemû şehîdan û li Rêberê Mirovahiyê Abdullah Ocalan pîroz dike û destnîşan kir ku ew amade ye ji bo azadiya axa welatê xwe hemû zarokên xwe bike qurban.

Paşê wesîqeta şehadetê hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin. Merasîma sersaxiyê dê heta saetên êvarê berdewam bike.

(bx)

ANHA