'Kulîlk çilmisandin lê dîsa bihar tê'

Jinên taxa Zorava ya bajarê Şamê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku ji bo azadiya Ocalan dê asta têkoşîna xwe bilind bikin.

'Kulîlk çilmisandin lê dîsa bihar tê'
2 îlon, 2018   11:34

ŞAM

Şaxa Kongreya Star a taxa Zorava ya bajarê Şamê bi daxuyaniyekê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê hikumeta Tirkiyeyê ve bi tundî şermezar kir û bang li dewletên navneteweyî kir ku li hemberî van destdirêjiyên dagirkeriya Tirkiyeyê der heqê gelên Bakurê Sûriyeyê de ji bêdengiya xwe derkevin û Ocalan azad bikin.

Di daxuyaniyê de ku ji aliyê endama Kongreya Star Zeyneb Mihemed ve hate xwendin, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tundî hate şermezarkirin. Her wiha xebatên bêdengkirina azadîxwazan û bi taybet azadiya jinan hate şermezarkirin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku “hêzên desthilatdar karibûn kulîlkan biçilmisînin, lê dîsa jî bihar tê” û wiha hate bidawîkirin: "Em wek jinên taxa Zorava ya bajarê Şamê soz didin ji bo azadkirina Ocalan em asta têkoşîna xwe bilindtir bikin. Bijî berxwedana jinên azad, bijî Şoreşa Rojava, şehîd namirin, bijî Rêber Ocalan."