Şandeyeke PDK û YNK’ê bi hêzên siyasî yên Iraqê re dicive

Şandeyeke hevbeş a PDK û YNK’ê îro dê bi hêzên siyasî yên Iraqê re li Bexdayê bicivin û avakirina hikumeta nû ya Iraqê gotûbêj bikin.

Şandeyeke PDK û YNK’ê bi hêzên siyasî yên Iraqê re dicive
2 îlon, 2018   10:46

NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya xebatên siyasî de ji bo avakirina hevbendiyên nû da ku mezintirîn bilokê ava bikin, şandeyeke hevbeş a Partî Demokratî Kurdistan (PDK) û Yekitî Niştîmanî Kurdistan (YNK) îro serdana Bexdayê dike.

Şande ji rayedarên Desteya Buroya Siyasî ya YNK'ê Mela Bextiyar, endamê Buroya Siyasî Seedî Ehmed Pîre, endamên Meclîsa Rêveber a YNK'ê Firyad Rewandizî û Xalid Şiwanî û sekretêrê Buroya Siyasî ya PDK'ê Cafer Emînkî û endamên Buroya Siyasî ya PDK'ê Fûad Hisên û Bengîn Elî pêk tê.

Girêdayî mijarê Seedî Ehmed Pîre ji malpera fermî ya YNK'ê (PUKmedia) re axivî û got ku şande dê danûstandinên xwe ji bo avakirina hikumeteke nû ya Iraqê û pêşniyarkirina nêrînên Kurdan di vê derbarê de dest pê bike.

Şande bi serokkomar Dr. Fûad Masûm re civiya û bi wî re xebatên avakirina biloka mezintirîn ji bo avakirina hikumetê gotûbêj kirine.

Serokê Hevbendiya Niştimanî Iyad Elawî û Selîm Cebûrî û Salih El-Mutlaq duh gihaştin Hewlêrê û bi serokê PDK'ê Mesûd Barzanî re civiyan.