‘Tirkiye hewl dide têkiliyên xwe yên bi El-Nusrayê re veşêre’

Hin aliyên Tirkiyeyê ragihand ku armanc ji tevgera Enqereyê ya kategorîzekirina çeteyên Heyet Tehrîr El-Şamê di lîsteya terorê de, hewldaneke nû ya veşartina têkiliyên xwe bi komên terorîst re ye û piştrast kir ku Tirkiye dê Cebhet El-Nusra ji çekdarên wê vala bike û van çekdaran beşdarî komên din ên girêdayî xwe bike.

‘Tirkiye hewl dide têkiliyên xwe yên bi El-Nusrayê re veşêre’
2 îlon, 2018   10:53

NAVENDA NÛÇEYAN

Hin aliyên Tirkiyeyê ji rojnameya El-Ereb re diyar kir ku ragihandina Enqereyê ya kategorîzekirina Heyet Tehrîr El-Şamê (Cebhet El-Nusra) di lîsteya rêxistinên terorîst de keysbaziyek e û Tirkiye hewl dide çeteyên El-Nusra beşdarî komên din ên girêdayî xwe bike û dê lîsteyeke navên hin rayedaran belav bike da ku plana xwe pêk bîne.

Van aliyan da zanîn ku armanc ji vê tevgerê ew e ku Tirkiye xwe ji lêpirsîna têkiliya bi komên terorîst re biparêze û têkiliyên xwe bi komên terorîst re veşêre û Amerîkayê bi razîkirin bide.

Biryara serokatiya Tirkiyeyê ya kategorîzekirina El-Nusrayê wek rêxistineke terorîst li gorî çavdêran gelekî dereng maye û tu girîngiya wê ya siyasî tune ye piştî ku Rûsya û rêjîma Sûriyeyê mijara êrîşa li dijî Idlibê bi dawî kir.

Aşkera ye ku Tirkiye bi vê pêngava xwe dixwaze rûyê xwe li pêşiya Rûsyayê spî bike. Lê çavdêr diyar dikin ku Tirkiye dê çeteyên El-Nusrayê beşdarî komên din ên girêdayî xwe bike. Ev mijar jî ji aliyê Rûsyayê ve nayê qebûlkirin û hewl dide serweriya rêjîma Sûriyeyê li ser giştî axa Sûriyeyê vegerîne.

Rûsya ji Tirkiyeyê dixwaze ku çareseriyekê ji hebûna El-Nusrayê re li Idlibê peyda bike da ku êrîşa li dijî Idlibê neyê destpêkirin.

Rûsyayê ragihand ku armanca destpêkê ya vê qonaxê ew e ku El-Nusrayê ji hev bixe. Çalakvanên Sûriyeyê jî ragihand ku danûstandinên di navbera îstixbarata Tirkiyeyê û Cebhet El-Nusra de berdewam in da ku xwe bihelîne.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê 25 hezar çeteyên Cebhet El-Nusrayê hene û ji sedî 20 ji van çeteyan biyanî ne.

Li gorî lêkolînerekî amerîkî bi helandina Cebhet El-Nusrayê re ku serweriya xetên bazirganiyê li Idlibê dike, serwerî dê rasterast radestî Tirkiyeyê bibe.