Şaredariya bajarokê Mergedayê beşeke din ji alavan wergirt

Meclisa Kantona Hesekê bi hevkariya Komîteya Şaredariyan a kantonê hejmareke alavan pêşkêşî Şaredariya Gel a Mergedayê kirin.

Şaredariya bajarokê Mergedayê beşeke din ji alavan wergirt
Şaredariya bajarokê Mergedayê beşeke din ji alavan wergirt
Şaredariya bajarokê Mergedayê beşeke din ji alavan wergirt
Şaredariya bajarokê Mergedayê beşeke din ji alavan wergirt
2 îlon, 2018   10:38

ŞEDADÊ

Meclisa Kantona Hesekê bi hevakriya Komîteya Şaredariyan a kantonê û bi armanca xizmeta şêniyan bi awayekî baştir û başkirina aliyê xizmetguzariyê, gelek alav pêşkêşî Şaredariya Gel a bajarokê Mergedayê kirin. Alavên hatine pêşkêşkirin ev in: 4 erebeyên KIA û 6 popkatên paqijiyê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Şaredariya Gel a Mergedayê di 11`ê Tebaxa 2018`an de hate vekirin û ev cara duyemîn e ku alavan ji meclisa kantonê û Komîteya Şaredariyan werdigire.

(bx)

ANHA