Human Rights Watch: Êrîşa Koalîsyona Erebî diyar e sûcekî şer e

Human Rights Watch ragihand ku êrîşa Koalîsyona Erebî ya bi serkêşiya Siûdiyê li dijî otobuseke xwendekaran li devera Dehyan a Yemenê diyar e sûcekî şer e û banga lêpirsîneke serbixwe kir.

Human Rights Watch: Êrîşa Koalîsyona Erebî diyar e sûcekî şer e
2 îlon, 2018   10:34

NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Human Rights Watch êrîşa ezmanî ya Koalîsyona Erebî ya bi serkêşiya Erebistana Siûdiyê di 9'ê Tebaxa 2018'an de li dijî otobuseke xwendekaran li devera Dehyan a girêdayî Sehda ya Yemenê wek sûcekî şer bi nav kir. Rêxistinê banga rawestandina firotina çekan ji Siûdiyê  û pêkanîna lêpirsîneke navneteweyî ya serbixwe kir.

Rêxistinê der barê bûyerê de raporek weşand û tê de kitekitên bûyerê û axaftinên çavdêrên herêmî diyar kirin.