35 koçberên Sûriyeyê ji xeniqînê hatin xelaskirin

Asayîşa Qibrisê ya deryayî duh 35 koçberên Sûriyeyê ku bi 2 keştiyan hewl dida xwe bigihînin Qibrisê, di nîva deryayê de ji xeniqînê xelas kirin.

35 koçberên Sûriyeyê ji xeniqînê hatin xelaskirin
2 îlon, 2018   10:29

NAVENDA NÛÇEYAN

Asayîşa deryayî ya Qibrisê ragihand ku dewriyeyeke wê di nîva Deryaya Spî de li başûrê rojhilatê Qibrisê keştiyeke koçberên Sûriyeyê ku 25 koçber tê de bûn, dîtine.

Li gorî SkyNewsê ji van koçberan 8 mêr, 8 jin û 9 zarok bûn û hemû ji fetisandinê hatine rizgarkirin û tenê jineke ducanî niha di nexweşxaneyekê de tê dermankirin.

Asayîşê li aliyê bakurê rojavayê Qibrisê jî 10 koçberên din ên Sûriyeyê dîtin û hemû koçber di navendeke pêşwazîkirina koçberan de hatine bicihkirin.