Newroza biçûk bi helbestan hesreta Efrînê tîne ziman   

Bêrîkirina ji Efrînê re di dilê wê de bû sedem ku stran û helbestên li ser xweşikbûna bajarê xwe û berxwedana gelê wê çêke.

Newroza biçûk bi helbestan hesreta Efrînê tîne ziman   
1 îlon, 2018   09:50

SOLÎN REŞÎD / ŞEHBA

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Efrînê şêniyên wê neçar kirin ku dev ji malên xwe berdin lê belê bê hêvî neman. Hemû şêniyên Efrînê û di nav de zarok, bêrîkirina xwe ji Efrînê re diyar dikin.

Zaroka bi navê Newroz Mihemed (12) ji şêniyên gundê Korka yê girêdayî navçeya Mabetlî ya kantona Efrînê ye. Ji ber êrîşên dagirkeran neçarî koçberiyê bûn û niha tevî malbata xwe li navçeya Til Rifet a herêma Şehbayê dijîn.

Newroz li ser êrîşên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Efrînê û berxwedana şervanên YPJ/YPG`ê 7 stran û 4 helbest çêkirine.

Newroz di stran û helbestên xwe de Efrînê wek bihûştekê dide nasandin, lê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ew bihûşt bi rêya kiriyarên hovane û ne mirovahî qirêj kirine. Her wiha Newroz êşa dayikên ku ji ber topbarana bê ser û ber şehîd bûne, tîne ziman. Newroz bi rêya helbestên xwe tekez dike ku her çi qas dirêj bike jî lê şêniyên Efrînê dê li warê xwe vegerin.

Newroz destnîşan kir ku dê êrîşên li ser Efrînê dîtin û dît ku çawa gel neçarî koçberiyê dibû û berê xwe dida herêma Şehbayê. Bi vê yekê xwest hestên xwe bi rêya helbest û stranan bîne ziman.

Di dawiyê de keça temenbiçûk Newroz destnîşan kir ku ew bi hêvî ne ku dê rojek ji rojan li Efrînê vegerin û wiha anî ziman. "Em tu carî bê hêvî namînin. Em ê li malên xwe vegerin. Ji ber ku em dizanin ku şervanên azadiyê li wê derê ji bo me şer dikin û ji bo ku Efrîn rizgar bibe têkoşînê dikin."

(bx)

ANHA