Li taxên Hesekê pirsgirêka avê

Li hin taxên başûrê bajarê Hesekê xetên avê tune ne, li hin deverên din jî ji ber tunebûna toreyên avê, av nagihîje wan. Li ser mijarê Gerînendetiya Avê destnîşan kir ku derfetên heyî têrê nakin ku niha toreyan temîr bikin.

Li taxên Hesekê pirsgirêka avê
1 îlon, 2018   09:47

NESRÎN ELÎ – ŞEVÎN HESEN / HESEKÊ

Bi hezaran welatî li taxa Neşwa ya başûrê bajarê Hesekê dijîn. Li hin deverên taxê pirsgirêka tunebûna toreyên avê heye, lewre şênî pirsgirêka peydakirina avê dibînin. Her wiha li hin deverên din jî xetên avê hene û xirab bûne.

Toreyên avê li taxa Neşwaya Rojava ya başûrê bajêr ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ‘ê ziyan dît. Piştî rizgarkirina taxan ji aliyê YPG û YPJ‘ê ve saziyên Rêveberiya Xweser li gorî derfetên di dest wê de, beşek jê sererast kir.

Niştecihên taxê neçar dimînin ku rojane avê bikirin û diyar dikin ku nirxên kirîna avê jî zêde ye ku her bermîlek zêdetirî 200 lîreyên Sûriyeyê ye.

Welatiyê bi navê Subhî Mihemed El-Muşid li ser vê mijarê tekez dike ku ava vexwarinê li taxê tune ye û wiha tîne ziman: "Ruxmî ku em li bajêr in jî xetên avê nagihîjin malên me, em avê bi buhayê zêde dikirin."

Welatiya bi navê Nûr Ebdulrehman El-Bekir bang li Şaredariya Gel kir ku xetên toreyên kanalîzasyonê li kolana wê siwar bikin û destnîşan kir ku derfetên wan têrê nakin ku rojane avê bi buhayên bilind bikirin.

Hevserokê Gerînendetiya Avê ya Hesekê Yehya Ehmed Hemê, sedema kêmbûna avê li taxên başûr spart bilindbûna zemîna taxê û got 10 sarîc hene ku avê li deverên ku av nagihîje wan, belav bike. Yehya Hemê der barê çareserkirina pirsgirêkê de destnîşan kir ku derfetên wan niha tune ku toreyên avê siwar bikin û destnîşan kir ku dê li ser hesabê saziyê sarîcên avê bişînin taxê.

(bb)

ANHA