Li Silûkê teqîn: 4 kes birîndar bûn

Li navçeya Silûkê ya girêdayî kantona Girê Spî bombeyek ku di torekî çopê de hatibû bicihkirin, teqiya. Di encamê de, 3 karkerên paqijiyê û endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn.

Li Silûkê teqîn: 4 kes birîndar bûn
Li Silûkê teqîn: 4 kes birîndar bûn
1 îlon, 2018   09:52

GIRÊ SPÎ

Îro di saetên sibê de dema ku xebatkarên paqijiyê erka xwe pêk dianî, bombeyek teqiya. Di encama wê de 3 xebatkarên paqijiyê û endamekî hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn.

Kesên birîndar ji bo tedawiyê rakirin Nexweşxaneya El-Wetenî ya bajarê Girê Spî. Li gorî kadroyên tenduristiyê rewşa 2 birîndaran ne baş e û rewşa yên din jî normal e.

Hêzên Ewlekariya Hundrîn (Asayîş) der barê bûyerê de lêkolînê dikin.

ANHA