Li Reqayê xebatên şaredariyê

Şaredariya Gel a Reqayê, rê û pirên xirabûyî yên di nav bajarê de sereraset dike, her wiha xebatên paqijkirina bajêr ji bermahiyên şer didomîne û rengekî nû dide bajar.

Li Reqayê xebatên şaredariyê
Li Reqayê xebatên şaredariyê
Li Reqayê xebatên şaredariyê
Li Reqayê xebatên şaredariyê
Li Reqayê xebatên şaredariyê
Li Reqayê xebatên şaredariyê
Li Reqayê xebatên şaredariyê
Li Reqayê xebatên şaredariyê
Li Reqayê xebatên şaredariyê
Li Reqayê xebatên şaredariyê
1 îlon, 2018   09:46

FECIR XALID / REQA

Di encama şerên ku li herêma Reqayê rû dabûn de, gelek ziyan gihaştin rê û pirên di nava bajêr de. Şaredariya Gel a Meclisa Sivîl a Reqayê ku piştî rizgarkirina bajar ji aliyê şervanên QSD‘ê ji çeteyên DAIŞ‘ê ve hatî avakirin, dest bi xebatên xwe, yên paqijkirina bajêr ji bermahiyên şer û sererastkirina ziyanan kir.

Di çarçoveya xebatên şaredariyê de, rêya kolana sereke ya Til Ebyed ku wekî reh û hensa bajarê tê dîtin, her wiha kolana Bab Bexdad ku gund û bajêr digihîne hev, hatin qîrkirin.

Li aliyekî din jî Şaredariya Gel aReqayê rêya Reqayê ya bakur, kolana 23‘ê Sibatê, Mensûra ku rêyên sereke di bajar de ne qîr kir, her wiha çerxerêya Razî û gelek kolanên din jî ji nû ve hatin sererastkirin. Xebatên qîrkirina rêyan hîna berdewam in. Her wiha xebatên paqijkirina bajêr ji toz û gemarê bi awayekî rojane têne pêkanîn.

Komîteya Ekolojî û Parkan, resîfên di hundir û derveyî bajêr de ji nû ve sererast dike. Di vê derbarê de, mesafeya rêya Heleb, kolana Hîşam Bin Ebdulmelik, Sînaa, 23‘ê Sibatê, rêya Esediya, çerxeriya Dela, Saqiya, cadeya ji mûzexane heya çerxerêya Sewamai "Çerxerêya Sunbila", Kornêşa Çemê Firat û Kornêşa Meşlebê têne sererasatkirin.

Girêdayî parkan jî, komîteyê Parka Reşîd ku ji girîngtirîn parkên bajar e dikeve cadeya Mucemei ya navenda bajar, parka Bustan a li kolana Hîşam Bin Ebdulmelik û parka Nexîl piştî ku sererast kir, dîsa xizetin xizmetê.

Pirên bajarê Reqayê, bi sedemên kiryarên çeteyên DAIŞ‘ê hatibûn xirabkirin.

Şaredariya Gel di xebatên xwe de girîngî da sererastkirina piran û di vê derbarê gelek pir sererast kirin. Ji pirên girîng ên hatin sererastkirin; pira Romaniya li bakurê bajêr, pira Sewamei li aliyê rojava, pira Reqa Semra li ser rêya Dêrazorê, pira Reşîd li rojava ku Heleb, Humis û Dêrazor bi hev ve girê dide.

Niha jî Pira Kevn a herî mezin tê sererastkirin.

(bb)

ANHA