Sersaxî ji malbata şehîd Rojava re hate xwestin

Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê sersaxî ji malbata şehîd Kazim Hac Yûnis (Rojava) re xwest ku di 29`ê Tebaxê de dema erka xwe ya leşkerî li bajarê Qamişlo pêk dianî, şehîd bû.

Sersaxî ji malbata şehîd Rojava re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Rojava re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Rojava re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Rojava re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Rojava re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Rojava re hate xwestin
31 tebax, 2018   10:17

QAMIŞLO

Konê sersaxiyê li pêşiya mala şehîd li navçeya Amûdê hate vedan. Bi sedan şêniyên navçeyê, saziyên sivîl, şervanên YPJ/YPG`ê tev li merasîma sersaxiyê bûn.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê Mihemed Seîd Fersû axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û destnîşan kir ku ew deyndarê şehîdan in, ji ber ku bi saya têkoşîn û berxwedana wan bi aramî û ewlehî dijîn.

Her wiha ji fermandarên YPG`ê Rûbar Qamişlo diyar kir ku şoreşa Rojava derbasî sala xwe ya 6`mîn bûye, di van salan de şervanên azadiyê YPJ/YPG`ê bi xwîn, têkoşîn û berxwedana xwe ji bo ku gelê herêmê bi azadî û aramî bijîn gelek qurbanî dan.

Hêjayî gotinê ye ku şehîd Kazim Hac Yûnis (Rojava) di sala 2011`an de tev li nava YPG`ê bûbû û li dijî çeteyên DAIŞ`ê li Til Hemîs, Til Berek û Reqayê bi lehengî şer kiribû.

(bx)

ANHA