Sersaxî ji malbata Aram Kobanê re hate xwestin

Bi sedan şêniyên Serêkaniyê sersaxî ji malbata Birahîm Derwîş (Aram Kobanê) re xwest.

Sersaxî ji malbata Aram Kobanê re hate xwestin
Sersaxî ji malbata Aram Kobanê re hate xwestin
Sersaxî ji malbata Aram Kobanê re hate xwestin
Sersaxî ji malbata Aram Kobanê re hate xwestin
31 tebax, 2018   10:44

HESEKÊ

Bi sedan şêniyên Serêkaniyê berê xwe da koknê sersaxiya şehîd Aram Kobanê a li bajarê Serêkaniyê û sersaxî ji malbatê re xwest. Konê sersaxiyê bi wêneyên şehîdan û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hate xemilandin.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Zehra Qido axivî û di destpêka axaftina xwe de xêrhatina beşdaran kir û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Zehra di berdewama axaftina xwe de jî da zanîn ku şehîd ji bo azadiya welatê xwe canê xwe feda dikin.

Di berdewama merasîmê de li ser nevê YPG`ê Azad Welat axivî û wiha got: "Serkeftin û destkeftiyên li herêmê hatine bidestxistin bi saya têkoşîn û berxwedana şehîdan pêk hatiye. Bila dijmin bizane ku em ê heta dawiyê şopdarên rêya şehîdên xwe bin. Em ê xeta şehîdên xwe bidomînin û destkeftiyan heta dawiyê biparêzin."

Di merasîmê de her wiha li ser navê Kongreya Star Hemrîn Ehmed axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha got: "Gelek şehîdan di oxira parastina xaka welat de canê xwe feda kir.”

Piştre girse bi dirûşmên "Şehîd namirin" ji bin konê sersaxiyê derketin.

(sx)

ANHA