3`yemîn Konferansa Yekitiya Rewşenbîran dest pê kir

Beriya çend kêliyan 3`yemîn Konferansa Yekitiya Rewşenbîran a Cizîrê li navenda Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo bi dirûşma "Bi fikrekî azad û ronakbîriyê em ê berxwedana Efrînê xurt bikin" dest pê kir.

3`yemîn Konferansa Yekitiya Rewşenbîran dest pê kir
3`yemîn Konferansa Yekitiya Rewşenbîran dest pê kir
3`yemîn Konferansa Yekitiya Rewşenbîran dest pê kir
3`yemîn Konferansa Yekitiya Rewşenbîran dest pê kir
31 tebax, 2018   09:32

QAMIŞLO

Konferans bi tevlêbûna 160 endamên Yekitiya Rewşenbîran a Cizîrê, hevserokê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso, hevserokê Desteya Têkiliyên Derve ya Kantona Cizîrê Abdulkerîm Umer, bi dehan endamên saziyên çandî, hevserokên partiyên siyasî û hejmarek ji rewşenbîr û nivîskaran dest pê kir.

Cihê konferansê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan, wêneyên şehîdên rewşenbîr û pankartên bi nivîsên erebî û kurdî hate xemilandin.

Konferans bi rêzgirtin dest pê kir. Paşê hevserokê Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê Xerîb Hiso axivî û lidarxistina konferansê li hemû rewşenbîran pîroz kir û hêviya serkeftinê ji wan re xwest û got ew bi hêvî ye ku biryarên girîng di aliyê çanda herêmê de di konferansê de werin dayîn.

Divê rewşenbîr xwe li gorî pêwîstiyên pêvajoyê amade bikin

Hiso tekez kir ku bajarê Efrînê bi îradeya şervanên YPJ/YPG, QSD`ê û şêniyên Efrînê yên ku ji bajarê xwe dûr neketin û xwe li Şehbayê di kampan de bi cih kirin û hemû planên dagirkeriya Tirkiyeyê pûç kirin, dê were rizgarkirin.

Hiso destnîşan kir ku li Efrînê gelê Kurd tê tunekirin û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên ferqê naxin navbera jin, zarok û kalepîran û li wê derê kiryarên hovane dimeşîne û civaka navdewletî der barê vê yekê de bê deng e.

Her wiha hevseroka Yekitiya Rewşenbîran a Cizîrê Leyla Îbrahîm axivî û destnîşan kir ku dê heta dawiyê li dijî dagirkeriya Tirkiye û çeteyên wê bi şervanên azadiyê re bisekinin û Efrînê rizgar bikin. Leyla diyar kir ku konferans ji bo berdewama kar û têkoşînê di pêvajoya pêş de hate lidarxistin.

Konferans bi pîrozbahiyan berdewam dike. Wekî ku hatiye payîn dê kar û xebatên yekitiyê werin nîqaşkirin.

(bx) 

ANHA