Qîrkirina rêyan û sozên li benda pêkanînê

Şêniyên navçeya Dirbesiyê ji ber xirabûna rêyan zehmetiyan dikişînin. Şaredariya Gel a navçeyê soz da ku rêyan sererast û qîr bike. Lê derfetên şaredariyê sozên wê paşde dihêlin.

Qîrkirina rêyan û sozên li benda pêkanînê
Qîrkirina rêyan û sozên li benda pêkanînê
Qîrkirina rêyan û sozên li benda pêkanînê
Qîrkirina rêyan û sozên li benda pêkanînê
Qîrkirina rêyan û sozên li benda pêkanînê
30 tebax, 2018   08:08

OLVA HEC MENSÛR / HESEKÊ

Nêzî 187 gund girêdayî navçeya Dirbesiyê ya kantona Hesekê ne. Piraniya rêyên van gundan ji ber pirbûna çalan ji bo ajotinê ne guncaw in. Her wiha hejmareke rêyên din jî hîna axî ne.

Ajansa me Hawarê serdana hindek gundan kir û nêrînên gel girtin.

Welatiyê bi navê Umer Comerd ji gundê Umerzobaş bang li şaredariyê kir ku ji nû ve rêyan qîr bike û wiha got: "Rê gelekî xirab bûne, me daxwaznameyek ji şaredariyê re pêşkêş kir, şaredarî soz da lê heta niha em li benda pêkanîna wê sozê ne."

Ji aliyê xwe ve welatiyê bi navê Hemed El-Hewas ê ji gundê Bab El-Selam diyar kir ku ji ber nebaşiya rê ew naçin navçeyê.

Hevserokê Şaredariya Gel a Dirbesiyê Salih Ibrahîm girêdayî mijarê wiha got: "Em dixwazin hemû rêyên navçeyê sererast û qîr bikin, lê ji ber kêmderfetan tişt ji destê me nayê."

Her wiha Ibrahîm tekez kir ku dema derfet peyda bûn, dê rêyan sererast bikin.

(şx-ew)

ANHA