Mijarên îro yên rojnameyên erebî

Tevî hemû hevdîtin û şêwirên di navbera aliyên destwerdana Sûriyeyê dikin de, hemû alî hêzên xwe li Idlibê bi cih dikin û li ser sînorên wê amadekariya şerekî mezin tê kirin û ajandeyên aliyên tê de bi ser bikevin pêk bînin. Aloziya siyasî ya Iraqê jî kûrtir dibe.

Mijarên îro yên rojnameyên erebî
30 tebax, 2018   08:09

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin behsa rewş û geşedanên li parêzgeha Idlibê kir û bal kişand ser xebatên avakirina hikumetên Lubnan û Iraqê. Rojnameyan her wiha behsa niyeta Amerîkayê ya betalkirina mafê vegerê yê filistîniyan kir û bal kişand ser aloziyên Yemen û Lîbyayê.

Her kes amadekariya şerekî mezin li Idlibê dike

Girêdayî mijarên Sûriyeyê rojnameyan îro bal kişand ser rewşa Idlibê. Rojnameya Şerq El-Ewsat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Tedbîrên sêalî 'çalakiya xuşandinê' li Idlibê.” Rojnameyê diyar kir ku Şam hêza xwe ya leşkerî li bakur zêde dike da ku şerê "berbanga Idlibê" dest pê bike. Moskov jî hêzên xwe yên deryayî li berava Sûriyeyê zêde dike da ku alîkariya rêjîmê bike. Enqere zextê li opozîsyonê dike da ku di bin sîwana Eniya Niştimanî ya Rizgariyê de kom bibin ku 55 hezar leşkerên wê hene û ji wan 30 hezar girêdayî hikumeta opozîsyonê ne. Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) alîgirên xwe "Huras El-Dîn hezar û 200 leşker û Artêşa El-Turkistanî hezar û 500 leşker kom dike ku niha ji 12 hezar leşkeran pêk tê û ji wan 5 hezar leşkerên biyanî ne. Serkêşê Heyet Tehrîr El-Şam Ebû Mihemed El-Colanî ji gundewarê Laziqiyê ku nêzî baregeha Himêmîm a Rûsyayê ye, 200 siwareyên bombekirî amade dike.

Rojnameyê ragihand ku mijar ber bi şerekî mezin û girêkok ve diçe. Şer li devereke bi qasî Lubnanê ye û eniyên wê bi hemû aliyan re ye û tê de 12 xalên çavdêriyê yên Tirkiyeyê û 10 xalên Rûsya û 7 xalên Îranê hene.

Rûsya Idlibê wek kunêrekê bi nav dike û divê were tunekirin

Girêdayî heman mijarê rojnameya El-Ereb manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Rûsya rê li pêşiya El-Esed vedike da ku Idlibê vegerîne.”

Rojnameya Şerq El-Ewsat jî girêdayî heman mijarê manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Lavrov; terorîstên Idlibê kunêrek e û divê bêne tunekirin.” Lavrov di civîneke çapemeniyê de bi hevpîşeyê xwe yê Siûdiyê Adil El-Cibêr re li Moskovê diyar kir ku Idlib spartgeha dawîn a terorîstan e û wekî kunêrekê ne û divê hemû alî hevkariya hevûdu bikin da ku vê kunêrê tune bikin.

Rojnameya El-Qudis El-Erebî jî manşêta xwe wiha bi nav kir: "Lavrov êrîşa leşkerî ya li dijî Idlibê rewa dike û opozîsyonê kesayetên dixwazin lihevhatinê bi rêjîmê re bikin digire."

Rêjîm serweriya deverên nû dike û welatiyên başûr metirsîdar in

Girêdayî rewşa li başûrê Sûriyeyê rojnameya El-Heyat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Hêzên rêjîmê devera di bin serweriya DAIŞ'ê de ya Siwêda teng dike.” Rojnameyê diyar kir ku hêzên rêjîmê û milîsên girêdayî wê li ser hesabê DAIŞ'ê li çolistana Siwêda pêşve diçin.

Rojnameya Şerq El-Ewsat jî manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Welatiyên başûr tevî 'mîsogeriyên Rûsyayê’ metirsîdar in" rojnameyê diyar kir ku welatiyên Siwêda ji vegera dezgehên ewlehiyê yên rêjîmê metirsîdar in.

Dewletên rojavayî û Rûsya alîkariya El-Herîrî dikin

Girêdayî mijara xebatên avakirina hikumeta Lubnanê rojnameya El-Ereb nivîseke xwe wiha bi nav kir: "El-Herîrî dilaram e, tedbîreke destûrî ya xistina erkdariya wî ya avakirina hikumetê tune ye."

Amerîka dixwaze mafê vegerê ya filistîniyan betal bike

Girêdayî mijara Filistînê rojnameya El-Heyat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Filistîniyan daxuyaniyên Haley y ên der barê 'vegerê' de şermezar kirin."

Rewşa Lîbyayê ber bi dijwarbûnê ve diçe

Girêdayî mijar û aloziya Lîbyayê rojnameya Şerq El-Ewsat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Pevçûnên serweriyê li paytexta Lîbyayê dijwar dibin."

Larîcanî xebatên hewalekirina Rûhanî ya dadgeriyê asteng dike

Girêdayî mijarên Îranê rojnameya El-Heyat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Larîcanî parastina Rûhanî dike û dadgehkirina wî dûr dixe."

Aloziya Iraqê ya siyasî kûrtir dibe

Girêdayî xebatên avakirina hikumeta Iraqê rojnameya El-Ereb manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Muqteda El-Sedr hêza xwe ya gelêrî di pêşbirka avakirina hikumeta Iraqê de nîşan dide." Rojnameya Şerq El-Ewsat jî girêdayî heman mijarê nivîseke xwe wiha bi nav kir: “Aloziya siyasî ya Iraqê kûrtir dibe û El-Sedr 'xezeba milyonî' nîşan dide.”

Rojnameya El-Heyat jî nivîseke xwe girêdayî heman mijarê wiha bi nav kir: "Hemleya li hemberî biryara Ebadî ya rawestandina komîseriya hilbijartinan.”

Washington alîkariya Siûdiyê dike da ku parastina xwe li Yemenê bike

Girêdayî mijarên Yemenê jî rojnameya El-Heyat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Fermandariya koalîsyonê bersiva Neteweyên Yekbûyî dide; helwest piştî lêvegerîna qanûnî guncaw e.”