ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30.08.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30.08.2018
30 tebax, 2018   04:00

- Pêngava Bagera Cizîrê ya ku QSD‘ê bi armanca rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ'ê ji nû ve daye destpêkirin dê were şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

  • Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

    Meclisên Malbatên Şehîdan ên Hesekê, Qamişlo û Kobanê şehîdên meha Tebaxê ku di salên cûda de şehîd bûbûn, bi bîr tînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Partiya Sûriyeya Pêşerojê buroya xwe li gundê Mihêmîdiya ya Dêrazorê vedike. Saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Buroya Jin a Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Helebê têkidarî binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên derheqên jinan daxuyanî dide. Saet 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji destpêka Şoreşa Rojava-Bakurê Sûriyeyê ve binpêkirinên dewleta Tirk li hemberî gundên li ser sînor re zêde dibin. Artêşa Tirk malên welatiyan û heta cihên olî dike hedef, rojane gule li ser wan gundan dibarîne. Şêniyên gundan pirs dikin gelo civaka navdewletî ji van binpêkirinan li kuderê ne? (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rexmî ku herêmên Bakurê Sûriyeyê piştî qewitandina DAIŞ‘ê bi ewle bûne, êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên sînor zêde dibin. Rêxistinên mafên mirovan a herêma Firatê binpêkirinan bi beleg dike da ku radestî dazgeriya navdewletî bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Welatiyên Ereb ên bajarokê Çil Axa têkildarî tecrîda ku hikumeta AKP'ê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz kiriye, nerazîbûnên xwe anîn ziman û destnîşan kirin ku armanca tecrîdê ew e ku nehêlin fikirê demokrasiyê bighêje hemû gelên herêmê. Pêkhateyan bang li dewleta Tirk kirin ku rewşa Ocalan aşkere bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Efrîn, ew erdnîgariya ku di nava gelên Sûriyeyê de wek sembola aştî û hezkirinê dihate naskirin, ew devera xweşik ku dilê mirovan pê xweş dibû, îro bûye cihekî tarî, cihê tirs, kuştin û talanê. Alên dagirkeran û yên hêzên tarî li Efrînê li ba dibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

-Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê Hisên El-Elî anî ziman ku Tirkiyê ku çeteyên El-Nusra dipejirîne di kirîzeke mezin de ye. El-Elî destnîşna kir ku aloziya Sûriyeyê bi danûstandinên Sûrî-Sûrî çareser dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Pêngava 'Jin ji bo Efrînê serî hildin'; ji aliyê Kongreya Star ve bi armanca destekayîn û piştgiriya şêniyên Efrînê yên ku ji ber dagikeriya Efrînê neçar ji malên xwe derkevin hatiye destpêkirin. Gelek şande ji welatên derve serdana herêmê kirin û piştgiriya xwe bi pêngavê re nîşan dan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên Kantona Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûne, binpêkirinên dagirkera Tirk li hemberî jinan şermezar kirin û bang li rêxistinên jinan û hiqûqnasan kirin ku mudexele bikin û rê li ber wan binpêkirinan bigirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Hevserokê Komîteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê Elî Elaya diyar kir ku 1‘ê Eylûnê  roja her guncaw e ji bo vekirina Pêşengeha Ensab a Şarestaniyên Mezopotamyayê û anî ziman ku pêşenge wê bi dirûşma "Biratiya gelan heqîqete ne slogan e" (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Navenda Hêzil a Çand û Hunerê ya navçeya Tirbespiyê bi wesîleya salvegera 4‘emîn a şehadeta endamê navendê Dilgeş merasîmê bîranînê li Goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dugurê li dar dixe. Saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yekîtiya Rewşenbîrên Minbicê şevbuhêrkeke helbestan li dar dixe. Saet 14:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Ji bo peydakirina pêwîstiya bajarokê Ceza, şêniyên gundê Filistîn ê rojhilat(El-Şara) ê girêdayî bajarkê Ceza 7 medceneyên mirîşkan vekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li bajarê Hesekê pirsgirêka kêmbûn û nebaşiya nan heye, ji ber vê yekê jî şênî aciz in. Aliyên têkildar jî sedema vê pirsgirêkê dispêrin nebaşbûna arad. Rêveberiya Aborî jî hewl dide pirsgirêkê çareser bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên navçeya Dirbesiyê ji nebaşiya riyan zehmetiyan dikşînin. Şaredariya Gel a navçeyê soz da ku riyan sererast û qîr bike. Lê derfetên şaredariyê sozên wê paşde dihêlin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Lehiya ku ji Şengalê herikî, ziyan gihan beşek ji riya Til Koçer û Holê, ajokar dibêjin ku ev yek ji bo wan xeter e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA