Şaredariya Reqayê 82 erebeyên paqijiyê wergirtin

Rêxistina Firat 300 konteynerên çopê ji Şaredariya Gel a Reqayê re amade dike. Her wiha rêxistinê 82 erebeyên paqijiyê dane şaredariyê da ku paqijkirina bajêr hêsan bibe.

Şaredariya Reqayê 82 erebeyên paqijiyê wergirtin
Şaredariya Reqayê 82 erebeyên paqijiyê wergirtin
Şaredariya Reqayê 82 erebeyên paqijiyê wergirtin
Şaredariya Reqayê 82 erebeyên paqijiyê wergirtin
29 tebax, 2018   08:06

REQA

Rêxistina Firat 300 konteynerên çopê ji şaredariyê re amade kirine. Ji aliyê xwe ve şaredarî wan li bajêr belav dike. Her wiha rêxistinê 82 erebeyên çopê dan şaredariyê da ku karê xebatkarên paqijiyê hêsantir bibe.

Heta niha nêzî 40 konteyner hatine amadekirin û werşeyên kar hîn ji dixebitin.

Di vê çarçoveyê de gerînendeyê beşa alavan a girêdayî Şaredariya Gel a Reqayê Esed El-Mustefa ji ajansa me ANHA`yê re diyar kir ku piştî ku ew çêkirina konteyneran bi dawî bikin dê wan li bajêr belav bikin.

Şaredariyê beriya niha 80 konteyner li taxên bajarê Reqayê belav kiribûn.

(bx)

ANHA