Ji bo sala nû ya çandiniyê amadekarî têne kirin

Saziya Zêdekirina Tovan a Dêrikê ji bo pêşwazîkirina mewsima çandiniyê ya sala nû, 10 hezar ton tov amade kir.

Ji bo sala nû ya çandiniyê amadekarî têne kirin
Ji bo sala nû ya çandiniyê amadekarî têne kirin
Ji bo sala nû ya çandiniyê amadekarî têne kirin
Ji bo sala nû ya çandiniyê amadekarî têne kirin
Ji bo sala nû ya çandiniyê amadekarî têne kirin
29 tebax, 2018   07:52

ÎSAM ABDULLAH / QAMIŞLO

Saziya Zêdekirina Tovan a Herêma Dêrikê ji bo peydakirina miqdarên guncaw ji tovên bakirî û dermankirî ji cotkarên herêma Dêrik û navçeyên Girkê Legê, Çil Axa û Til Koçer ên girêdayî herêma Dêrikê û ji hin herêm û navçeyên herêma Cizîrê re, bê navber dixebite.

Der barê kar û xebatên Saziya Zêdekirina Tovan a Herêma Dêrikê de ajansa me serdana saziyê kir û bi rayedarên wê re hevdîtin kirin. Li gorî rayedaran tov ji cotkaran tê kirîn, piştre sazî van tovan bi rêya alavên pêşketî bêjing û derman dike.

10  hezar ton tov ji bo belavkirinê amade ye

Endamê rêveber ê Saziya Zêdekirina Tovan Şêrzad Ehmed tekez kir ku sazî heta niha 10 hezar ton tovên genim ji her du cureyên nerm û hişk û gelek kategorî amade kir. Kategorî ev in; ji bo cureya nerm Şam 4, Dûma 2 û Dûma 4 û ji bo cureya hişk Dûma 7, Bihûs 9 û niha hemû di pêngava bakirinê de ne.

Her wiha Ehmed diyar kir ku ev kategorî yên herî baş in û mîqdara dermanan ji bo her tonek tov zêde dikin û tovan di tûrên 50 kîloyî de bi cih dikin. 

Sazî bi rêya pêşxistina hilberînê û zêdekirina mîqdara tovan, armanc dike pêwîstiya herêma Cizîrê bi temamî pêk bîne. Endamê rêveber ê saziyê Ehmed tekez kir ku sazî ji bo zêdekirina miqdarên tovên dermankirî, bi hejmarek cotkaran re li hev kir û dê tov ji wan bikire. Li gorî Ehmed tê payîn ku mîqdara tovên dermankirî di sala nû de bigihîje 20 hezar tonan.

Belavkirina li gorî belgeyên hêsan û bi nirxên erzan

Têkildarî çawaniya belavkirina tovan Ehmed wiha got: "Ji bo wergirtina tovan, tiştên pêwîst ev in; belgeya zeviyê, rûbara wê û cihê wê ji komînê û nîşankirina nasnameya kesayetî."

Her wiha Ehmed tekez kir ku xebatên belavkirinê dê di pêşiya meha Îlonê de dest pê bikin. Cotkar bi rêya komîn û meclisan dê werin agahdarkirin. Her wiha ji bo rê li ber keysbaziyê bê girtin dê tov bi nirxên erzan bên belavkirin.

Di dawiyê de Ehmed bang li cotkarên herêmê kir ku tov ji saziyê bikirin û diyar kir ku hindek cureyên tovên sûkê ji bo çandiniyê ne guncaw in.

(şx)

ANHA