Şerê Idlibê nêzîk bûye

Şerê Idlibê nêzîk bûye
29 tebax, 2018   08:35

FERHAD ŞAMÎ

Encamgirtina hêsan a ji dosyaya başûrê Sûriyeyê û bi taybet Deraayê, hatiye wergirtin, rewşa dosyaya Idlibê bi lez kir û danî ser maseya gotûbêjan. Ev yek ne li gorî gumana Tirkiyeyê bû ku pişta xwe dida tabûrên başûr ku derbeyeke giran li rêjîma Sûriyeyê bidin û şer ji herêmên di bin serweriya wê de dûr bixe, nemaze ji ber ku baş hatiye biçekkirin û hejmara çekdaran jî tê de zêde ye. Amerîka jî hêvî ji Enqereyê dikir ku rê li pêşiya êrîşekê bigire û herêmê ewle bihêle.

Êdî tevliheviya Tirkiyeyê der barê Idlibê de aşkera ye û dosyayên ewlehî, aborî û siyasî li ser maseya Tirkiyeyê zêde dibin. Serdanên dubare yên rayedarên Tirk li Moskovê û hewldanên wê ji bo hevdîtinên navneteweyî li Enqereyê der barê Idlibê de pêk werin, hemû nîşan didin ku tevgerên Enqereyê û hewldanên wê yên wergirtina demê aliyê Rûsya bi razîkirin nedaye da ku rê li pêşiya derbeyekê li dijî tabûrên alîgiriya Tirkiyeyê dikin bigire. Di nava van tabûran de Tevgera Rizgariya Şamê ku di lîsteya terorê de ye û hin tabûrên biyanî wekî Partiya Tirkistanî.

Ji Tirkiyeyê dihat xwestin ku Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) bihelîne û ev soz da aliyê Rûsyayê û li hemberî wê Tirkiye dê noqteyên çavdêriyê bi cih bike û herêma Efrînê dagir bike. Her wiha dê danûstandinê ji bo dagirkeriya bajarokê Arfad (Til Rifeet) bike. Lê tişta ku pêk hatiye ji dema ku Tirkiyeyê noqteyên çavdêriyê bi cih kirine ve serweriya Cebhet El-Nusra zêde bûye. Tirkiye di peywira xwe de têk çû û êdî nikare derbeyekê li Cebhet El-Nusra bide, nemaze ji ber şert û mercên hundirîn û encamên çalakiyê, ji ber vê yekê li hemberî Rûsyayê rûreş bûye ku tevgerên Tirkiyeyê di van demên dawîn de derveyî noqteyên çavdêriyê li Idlibê baş dibînin. Wekî şandina hêzên taybet ên Tirkiyeyê û bicihkirina bircên peywendiyê yên bêtêl û hin tevgerên din.

Idlib bi rastî dozeke girêkok e û hin aliyên navneteweyî yên din bi Enqereyê re hevkar in û li hemberî derbeyeke rêjîm, Îran û Rûsyayê metirsîdar in. Ev yek ne ji ber ku bi milyonan sivîl tê de dijîn, wekî ku Enqere û hin aliyên din hincet digirtin. Lê belê ji ber dijberiya berjewendiyan di dosyaya Idlibê de ye. Eger rêjîmê û Îranê şerek li vir daye destpêkirin û tê de bi ser ketin, ev yek tê wateya serkeftina biloka wan ku hêzên navneteweyî hewl didin bi hemû rêbazan serweriya wê sînordar bikin. Her wiha deriyê nîqaşên der barê çarenûsa herêmên din wekî Efrîn, Ezaz, Bab û Cerablûsê de veke. Lê belê çarenûsa (opozîsyona çekdar) dê li maseya danûstandinan zêde bibe. Yan dê beşdarî saziyên rêjîmê bibin an jî dê beşdarî baregehên leşkerî yên Enqereyê bibin wekî ku Iraqê ji Mucahidî Xelq re li ser axa xwe pêk anîbû.

Lê diyar e valahiya di navbera her du projeyên Tirkiye û Rûsyayê de zêde dibe. Tirkiye li ser daxwaza Rûsyayê dixwaze Cebhet El-Nusra ji hev bixe û beşdarî aliyê bi navê Artêşa Niştimanî bike ku tu cudabûna wê ji Cebhet El-Nusrayê tune ye, çi di aliyê fikrî de û çi jî di aliyê rêbaz û armancê de. Bi vê yekê hewl dide rê li pêşiya çalakiya leşkerî bigire, nemaze ji ber ku hinceta hebûna terorîstan hate tunekirin. Lê daxwaza Rûsyayê ne li gorî projeya Tirkiyeyê ye, ew dixwaze Idlibê çi bi rêya lihevhatinan û çi jî bi rêya şer ji nû ve beşdarî Sûriyeyê bike û bixe bin serweriya rêjîmê. Di navbera her du projeyan de tevgerên Tirkiyeyê diyar dibin ku tenê moralên çeteyên xwe bilind dike û ji wan re piştrast dike ku eger alîkariya wê di tunekirina Cebhet El-Nusra de bikin, çalakiya leşkerî pêk nayê. Ev tevger jî bi şêwazên şandina dîwarên betonê ye da ku çeteyan bixapîne ku hebûna wê li Idlibê dirêj e û ne pêkan e çalakiya leşkerî dest pê bike, heta ku ew di Idlibê de hene. Lê di rastiyê de Tirkiyeyê hemû kaxezên xwe yên Bakurê Sûriyeyê winda kirine û çi gaveke leşkerî ya pêş bêguman dê dagirkeriya wê bixe bin çavdêriya qanûna navneteweyî ku êdî di destê rêjîmê û Rûsya û hevkarên wê de ye.

Bi giştî, dem û derfet li pêşiya rêjîmê û Rûsyayê di dosyaya Idlibê de gelek in û berovajî wê derfetên Tirkiyeyê tune ne. Dayîna demê ji bo Tirkiyeyê nayê wateya ku şer dest pê nake. Lê belê berovajî wê eger Tirkiye nikaribe fermanên Rûsyayê pêk bîne, bêguman dê derfetê ji rêjîm û hevkarên wê re peyda bike da ku bêtir dengên navneteweyî wergirin û razîbûna qanûna navneteweyî wergirin ku diyar e dijberiya çalakiyeke leşkerî ya li dijî terorê li herêmê nake. Şerê li Idlibê li ber bidawîbûnê ye. Şer dê bi hin derbeyan li dijî navendên Heyet Tehrîr El-Şamê dest pê bike û piştre bi pêşveçûneke rêjîmê dê li giştî Idlibê belav bibe.

ANHA