Idlibî: Idlib piştî pevçûnên xapînok dê radestî rêjîmê bê kirin

Berdevkê fermî yê buroya çapemeniya Artêşa Şoreşgeran Dilşêr Idlibî diyar kir ku bajarê Idlibê bajarekî Sûrî ye û li gorî civînên Astana û Soçî dê radestî rêjîma Sûriyeyê were kirin û Tirkiye jî dê zextê li tabûrênçekdar ên parêzgeha Idlibê bike da ku ev mijar pêk were.

Idlibî: Idlib piştî pevçûnên xapînok dê radestî rêjîmê bê kirin
29 tebax, 2018   06:27

ŞEHBA /CAFER CAFO

Der barê geşedanên dawî yên girêdayî parêzgeha Idlibê û gumanên êrîşa hêzên rêjîmê li dijî wê de, Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) yê hevdîtinek bi berdevkê fermî yê buroya çapemeniya Artêşa Şoreşgeran Dilşêr Idlibî re pêk anî.

Hevdîtina bi Idlibî re wiha ye:

· Gelo rêjîma Sûriyeyê dê bê pevçûn derbasî Idlibê be û dê çawa pêk were?

Weke ku li gelek herêmên din ên Sûriyeyê ku di bin dagirkeriya komên çete yên girêdayî artêşa Tirkiyeyê de bûn, rêjîma Sûriyeyê dê bi heman rêbazî derbasî bajarê Idlibê jî bibe. Ev yek jî li gorî hevpeyaman di civîna Soçî de pêk tê û dê şer û pevçûnên xapînok pêk bînin.

Bê guman radestkirina bajarê Idlibê ji rêjîma Sûriyeyê re dê bi şêwazekî cûda be. Nemaze ji ber ku piraniya tabûrên opozîsyona Sûriyeyê li vir hatine bicihkirin.

· Gelo çima helwesta Tirkiyeyê li hemberî çeteyên li Idlibê hate guhertin. Çima dibêje hebûna wan li ser dewletên cîran metirsiyek e. tevî ku Tirkiye bi xwe alîkariya van komên çete dike?

Helwesta Tirkiyeyê nehatiye guhertin, lê li gorî hevpeymana civîna Astana ya dawî û guhertinên di helwesta Rûsyayê de pêk hatine, dewleta Tirk neçar ma helwesta xwe heta astekê biguherîne û li gorî wê dê şerê tabûrên terorîst ên di Idlibê de mane bikin.

Li gorî hevpeymanê ya girêdayî lihevhatinên li Idlibê di navbera rêjîmê û komên opozîsyonê de dê bi hevkariya Rûsya û Tirkiyeyê pêk were û dê dergehên sînorî radestî rêjîmê bêne kirin.

· Saeta sifrê kengî dest pê dike, saeta destpêkirina hemleya li Idlibê ji kîjan alî ve tê diyarkirin?

Artêşa Tirk hêjî di hundirê parêzgeha Idlibê de ye, guman e beriya sala 2019'an saeta sifrê dest pê neke. Em guman dikin ku parêzgeha Idlibê di sê qonaxan de were radest kirin. di destpêkê de dê riya di navbera Heleb û Şamê de were radest kirin û piştre riya di navbera Heleb û Laziqiyê de were radest kirin û di qonaxa dawî de bajarê Idlibê were radest kirin.

Ev hevpeyman ji bo parastina hêzên Rûsya û Tirkiyeyê ye.

· Çarenûsa Idlibê çawa ye?

Bi hevkariya tabûr û komên çekdar ên opozîsyonê ku niha li Idlibê dimînin, bê guman çarenûsa Idlibê li gorî daxwaza rêjîma Sûriyeyê ye û ev yek bi zexta Tirkiyeyê li ser komên çekdar ên di hundirê herêmê de pêk tê.

ANHA