Kurtejiyana hevserokên nû yên Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê

Di kongraya 3'yemîn a TEV-DEM`ê de Zelal Ceger û Xerîb Hiso wek hevserokên nû yên Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê hatin hilbijartin. Gelo her du hevserok kî ne û heta niha çi kar kirine?

Kurtejiyana hevserokên nû yên Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê
Kurtejiyana hevserokên nû yên Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê
Kurtejiyana hevserokên nû yên Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê
29 tebax, 2018   06:22

NAVENDA NÛÇEYAN

Zelal Ceger û Xerîb Hiso ji bo hevserokatiya Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li şûna Aldar Xelîl û Asya Abdullah hatin hilbijartin. Ajansa me agahî der barê her du hevserokan de kom kirin.

Zelal Ceger kî ye?

Zelal Ceger li bajarê Dêrikê sala 1974'an di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Di temenekî biçûk de û ji bo li hemberî pergalên zordar û şovenîst bisekine, tev li xebatên siyasî û şoreşgerî bû.

Destpêkê Zelal bi awayekî veşartî xebitî. Civîn ji şêniyan re bi armanca lîstina rolên xwe di şoreşê de li dar dixistin. Bi destpêkirina aloziya Sûriyeyê re Zelal Ceger tev li xebatên Tevgera Civaka Demokratîk dibe û xebatên xwe bi awayekî pratîk dest pê dike. Piştî demekê ji kedeke mezin, Zelal dibe endama rêveber a TEV-DEM’ê û Koordînasyona Kongreya Star.

Zelal dibêje wê xwe di nava fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de kûr kiriye ew gihaşte vê astê. Zelal Ceger di Şoreşa Rojava de li gelek herêmên Rojava-Bakurê Sûriyeyê wekî herêma Cizîr, Heleb û Efrînê xebitî.

Zelal ji bo belavkirina fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û birêxistinkirina civakê û bi taybet jinan di Şoreşa Rojava de, israr kir ku di nav saziyên fikrî de bixebite. Ji ber wê bi awayekî xurt di nav saziyên civakî de xebitî û tev li gelek civîn û kongreyên girêdayî civak û jinan bû.

'Divê hemû jin ji bo azadiya xwe li ber xwe bidin'

Di hevpeyvîneke bi ajansa me re hevseroka nû ya Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê Zelal Ceger got ew ji destpêka avakirina tevgerê ve bi awayekî xurt xebitîne û gelek meclis û sazî ava kirine. Her wiha Zelal ev xebat bi gavên erênî û serkeftî pênase kirin.

Zelal diyar kir ku tevger di demên bê de ji bo birêxistinkirina sazî û rêxistinên ku di nav pergala tevgerê de dixebitin dê xebatên xwe xurt bikin û tekez kir ku dê xebatên xwe bidomînin û wiha pê de çû: "Ji bo ku TEV-DEM roleke pêşeng li Bakurê Sûriyeyê bilîze, çawa xebitî û bi ser ketin, dê dîsa bixebite û gelek serkeftinan bi dest bixe."

Di dawiyê de hevseroka nû ya Meclisa Rêveber a TEV-DEM`ê Zelal Ceger diyar kir ku jinan rola xwe ya girîng di rêvebirin û zanakirina civakê de lîstiye û bang li hemû jinan kir ku ji bo bidestxistina azadiya xwe, xwe bi pêş bixin.

Xerîb Hiso kî ye?

Xerîb Hiso ji civaka Êzidî, ji gundê Qestel Cindo yê kantona Efrînê ye. Di sala 1968'an de ji dayik dibe û bavê 4 zarokan e. Hevjîna Xerîb Hiso hevseroka Meclisa Yekitiya Êzidiyan a Efrînê ye.

Hiso xwendina seretayî û navîn li dibistanên gundê Qestel Cindo bi dawî kiriye. Di dibistanê de ciwanan li ser fikra azad û felsefeya neteweya demokratîk bi rêxistin dike.

Xerîb Hiso di sala 1984'an de tev li xebatên siyasî bi destpêkirina Tevgera Azadiya Kurdistanê re dibe. Hiso dibêje ew li ser bingeha rêgeza têkoşîna li dijî binpêkirinên ku der heqê gelê kurd de tên kirin, dest bi kar kiriye.

Hiso 3 caran ji aliyê rêjîma Sûriyeyê ve bi sedema destekdayîna ʺterorêʺ tê girtin. Cara dawîn di destpêkirina aloziya Sûriyeyê de tê girtin û çend mehan di girtîgehê de dimîne.

Di destpêka aloziya Sûriyeyê de Hiso bi awayekî cidî û aktîf li bajarê Heleb, herêma Bab û kantona Şehbayê xebitî. Ji bo pênasekirina doza Kurd, biratiya gelan û zilimkariya pergalên serwer ji şêniyên wan herêman re civîn li dar dixistin.

Her wiha Hiso ji bo zanakirina şêniyan li ser parastina rewa ya xwe dispêre bingeha fikra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, roleke pêşeng lîstiye.

Tevî xebatên Hiso yên li ser asta civakî, di damezirandina Partiya Yekitiya Demokratîk de di sala 2003'yan de roleke girîng dilîze. Hiso li gelek herêman û bi taybet Heleb xebitî û ji endamên sereke yên partiyê bû.

Hiso di dirêjahiya 4 salan de bûbû nûnerê TEV-DEM û Partiya Yekitiya Demokratîk li aaşûrê Kurdistanê û fikr û felsefeya her du aliyan belav dikir.

Di hevdpeyvîneke bi ajansa me re hevserokê nû yê Desteya Rêveber ê TEV-DEM ê Xerîb Hiso wiha got: "Armanca min a sereke ew e ku ji bo pêkanîna hemû biryarên kongrayê, ez ê bi awayekî cidî û bi hemû hêza xwe bixebitim."

Hiso destnîşan kir ku ew ji bo aktîfkirina hemû komîteyên girêdayî tevgerê û pêşkêşkirina xizmetê ji gel re dê bixebitin. Her wiha Hiso diyar kir ku ji bo belavkirina fikra azad li Bakurê Sûriyeyê dê kar bike.

Di dawiyê de hevserokê nû yê Desteya Rêveber ê TEV-DEM`ê Xerîb Hiso tekez kir ku parastina destkeftiyên gel li Bakurê Sûriyeyê erka wan e û wiha got: "Ji ber ku gel ji bo rizgarkirina herêmên xwe fedakarî dane. Em ê azadiya jinan ji projeya me ya demokratîk re bikin bingeh. Her wiha ji ber ku ciwan hêza şoreşê ne, em ê komîteyên ciwanan di tevgerê de çalak bikin. Ez soz didim ku ez ê li gorî berpirsyariyê bim."  

(şx)

ANHA