Li Serêkaniyê kêmbûna avê, rêjeya çandina  pembû kêm dike

Li herêma Serêkaniyê ya ku bi pembûyê xwe tê nasîn,  ji ber kêmbûna avê rêjeya çandina pembû kêm dibe . Rêveberiya Çandinî û Sewaldariyê ya Serêkaniyê biryar da ku ji serê sedî 15 pembû bê çandin.

Li Serêkaniyê kêmbûna avê, rêjeya çandina  pembû kêm dike
Li Serêkaniyê kêmbûna avê, rêjeya çandina  pembû kêm dike
Li Serêkaniyê kêmbûna avê, rêjeya çandina  pembû kêm dike
Li Serêkaniyê kêmbûna avê, rêjeya çandina  pembû kêm dike
29 tebax, 2018   06:20

BÊRÎTAN MEDUSA – SOZDAR XELÎL / HESEKÊ

Herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, li ser seranserî Sûriyeyê herêma çandinî û zîraatê ye. Bi taybet jî herêma Serêkaniyê. Serêkaniyê her sal nêzî 600 hezar donim erd bi genim, ceh, pembû û zebze tê çandin. Lê Serêkaniyê bi çandina pembû bi nav û deng e. Herêma di Sûriyeyê de herî zêde penbû lê tê çandin Serêkaniyê ye. Li herêma Serêkaniyê tenê, îsal 50 hezar donim pembû û li ser asta herêma Cizîrê 121 hezar donim pembû hatiye çandin.

Çandina pembû li herêma Serêkaniyê ji salên 1969’an li herêma Elokê destpê kiriye. Dema ku pembû cara yekem hat çandin kêm hatiye çandin, di sala 1985’an de asta çandina pembû bilind bûye. Li gor agahiyên me ji Rêveberiya Saziya Çandinî û Sewaldariyê ya Serêkaniyê girtî, di dema destpêkirina şerê Sûriyeyê hetanî 3 salan (2012-2013-2014) ji ber rewşa şer, nebûna mazot, girtina bîran, şert û mercên şer çandinî nehat kirin. Lê piştî ku  Rêveberiya Xweser hate avakirin, hêdî hêdî dest bi çandiyê hat kirin.

Rewşa avhewa û polîtîkayên dewleta Tirk bandorê li çandiniyê dikin

Her çend Rêveberiya Xweser xwest rewşa çandiniyê vegerîne demê berê jî, ji ber guherîna avhewa, bandoriya polîtîkayên dewleta Tirk ên li ser ava binerd û sererd a Rojavayê Kurdistanê qasî tê xwestin çandinî pêş neket. Eger em rewşa Serêkaniyê berçav bigirin, Serêkaniyê herêmeke ku hetanî salên 2000’an jî bi ava xwe dihat nasîn. Wek navê xwe jî herêmek ku 360 kanî lê derdiketin bû. Lê ji ber ava binerd a Serêkaniyê ji Bakûrê Kurdistan tê dewleta Tirk a dagirker, li ser sinorê herêmê 4 hezar bîrên behrî (ku hetanî 1000-1500 metre tên kolan û digehin asta behrê) kolan, çêkirina kanal û çimento xistina kaniyên tên Serêkaniyê hewza avê ya di bin Serêkaniyê de vala bû. Lewma jî niha li Serêkaniyê erd nêzî 30 metre diruxe.

Biryara rêveberiyê ji sedê 15 donim çandina pembû ye

Kêmbûna avê yekser bandorê li çandiniya herêmê dike. Pembû jî şînatiyeke ku avê pir vedixwe, heta ku digîje 12 car tê avdan. Ji ber kêmbûna avê Rêveberiya Çandinî û Sewaldariyê ya Herêma Cizîrê biryar da ku ji 100 donim tenê 15 pembû bê çandin.

Zivistanê qeşa nehat, kurim  ketin pembû

Eger em vegerin ser rewşa avhewayê jî, sala çûyî di zivistanê de qeşa çênebû, kurimên di binê axê de nemirin. Ji ber vê yekê jî pembûyê îsal yê ku çêbûyî ji sedê 75 kuriman xwar û zirarek mezin gihişt cotkar û rêveberiyê. Yek ji bandorên din jî di dema zivistanê de baran nehat û di mehên dawî yê biharê de baranek pir hat. Ev jî bû sedema zirar bighêje  pembû û beşên din ên çandiniyê.

Ji sedê 75 pembû kurim xwar

Rêveberê Saziya Çandinî û Sewaldariyê yê Serêkaniyê Ebdulselam Smail Hesen diyar kir ku kesên di nîvê meha Nîsanê de avdana pembû ya yekem kirin, pembûyê wan hinek baştir çêbû, lê kesên ku di meha 5’an de avdana yekem kirin pembûyê wan çênebû. Ebdulselam da zanîn ku dîsa bandora başbûna tov û dermankirinê jî li ser çêbûna pembû heye, di encam de îsal ji sedê 75 pembûyê Serêkaniyê kurim  xwar.

‘Biryara me ji bo berjewendiyên giştî ye’

Ebdulselam di dawiya gotinên xwe da bal kişand ser giringiya biryara ku ji sedan 15 donim pembû bê çandin û wiha got: “Li herêmê av kêm bûye, em ji bo berjewendiyên demdirêj ên gel bang li cotkaran dikin ku biryarê pêk bînin.” 

‘Keda min vale çû’

Cotkarê bi navê Mehmûd Xelef Cewher jî ku li herêma Serêkaniyê 80 donim pembû çandiye, yek ji wan cotkarên ku bûyî mexdûrê kurimên pembû ye. Cotkar Mehmûd destnîşan kir ku wî baş li pembûyê xwe nêrî, derman kir, av da û di ber de kedek mezin da û wiha pêde çû: “Ji ber ku qeşa nehat kurimên binê axê nemirin û niha jî ketin gozikên pembûyê min. Ez heta niha jî lê dinêrim. Belkî hinekî jê derxim. Ez niha naxwazim werim nava zeviyên xwe jî. Keda min tevde vale çû. Ji ber derman pez jî nikare pembû bixwe.”

‘Em dixwazin rêveberî deyn taloqî salek din bike’

Mehmûd alîkarî ji rêveberiyê xwest û got  wî 6 ton tov deyn kir û niha di zirarê de ye. Mehmûd destnîşan kir ku genimê wî jî ji ber baran û kuriman  çênebû û wiha axivî: “Em dixwazin rêveberî bi me re bibe alîkar û deynê tovê îsal taloqî salek din bike. Belkî salek din avhewa baştir be û em deynê xwe bidin. Dîsa em alîkariya derman jî dixwazin.”

Mehmûd ji bo biryar ji sedan 15 çandina pembû jî wiha got: “Her çendî min zirar kiribe jî ez dixwazim dîsan wek îsal pembû biçînim.”

Rêveberiya Çandiniyê jî da zanîn ku ew niha ji bo taloqkirina deynan nikarin bersivekî bidin, hevalên wan dê keşfê li ser zeviyan bikin û rewşê bikin nîqaşê.

(kc)

ANHA