Şervan Derwîş: Şehîd Ebû Emced fermandarekî leşkerî yê cîwaz bû

Berdevkê Fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş got ku şehîd Ednan Ebû Emced ku fermandariya giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dikir fermandarekî leşkerî yê cîwaz bû û mafê fermandariyê pêk dianî.

Şervan Derwîş: Şehîd Ebû Emced fermandarekî leşkerî yê cîwaz bû
29 tebax, 2018   04:15

MINBIC / KAMÎRAN XOCE

29'ê Tebaxa îsal rastî yekemîn salvegera şehadeta fermandarê giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced tê. Ebû Emced di sala borî de di çarçoveya beşdarbûna xwe ya hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê de şehîd bû.

Bi boneya yekemîn salvegera şehadeta Ednan Ebû Emced, berdevkê fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş ji ajansa me ANHA'yê re axivî û got ku şehîd Ebû Emced ji destpêka şoreşa Rojava ve beşdarî nava xebatên parastinê bibû û bi lehengî beşdarî berxwedanên rizgarkirina Kobanê û Minbicê bû û wiha anî ziman: "Şehîd Ebû Emced fermandarekî leşkerî xwedî helwest bû û mafê fermandariyê pêk dianî."

Derwîş diyar kir ku şehîd Ebû Emced li her derê û di hemû çalakiyan de bi rola xwe radibûn û ji berê ve xwedî taybetmendiyên fermandar bû û muhra xwe li gelek çalakiyên berxwedana Kobanê da û yek ji fermandarên ku beşdarî çalakiyên rizgarkirina Girê Spî, Eyn Îsa, El-Hol, Şedadê û Bendava Tişrînê û rizgarkirina bajarê Minbicê bû.

Derwîş got ku hemû şervanên di bin sîwana Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de tevdigerin ji destpêka çalakiya rizgarkirina bajarê Minbicê ve xwestin şehîd Ebû Emced fermandariya wan bike û wiha domand: "Barê şehîd Ebû Emced di rêveberî û peywirên danûstandinan de girantir bû, da ku bigihêje biryara rizgarkirina bajarê Minbicê. Ebû Emced beşdarî civîna baregeha Încîrlîk a li Tirkiyeyê bû û danûstandin bi aliyên navnetewî re kirin da ku dest bi hemelya rizgarkirina Minbicê bike."

Bi destpêkirina hemleya rizgarkirina bajarê Minbicê re şehîd Ebû Emced û şehîd Ebû Leyla cihê xwe di eniyên pêşîn ên berxwedanê de girtin û bi lehengî şerê çeteyên DAIŞ'ê kirin.

Şehîd Ebû Emced ne tenê cihê xwe di eniyên pêşîn ên hemleya rizgarkirina Minbicê de digirt, lê belê bi coş beşdarî nava xebatên rizgarkirina bajarê Reqayê jî bû.

Şehîd Ebû Emced her tim li ser şervanên xwe digeriyan û moralên şervanan bilind dikirin. Şehîd Ebû Emced di 29'ê Tebaxa 2017'an de di çarçoveya hemleya Xezeba Firatê de şehîd bû.

Şervan Derwîş derbarê taybetmendiyên şehîd Ebû Emced de got ku ew di rêvebirina şer û pevçûnan de hişk bû û di giştî jiyana xwe ya leşkerî û sivîl de xwedî helwest bû û ti carî derveyî qaûnan derneket û wiha anî ziman: "Şehîd Ebû Emced ji aliyê hemû şervanan ve dihat hezkirin".

Berdevkê Fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş di dawiya axaftina xwe de soza şopandina riya şehîdan dubare kir.

ANHA