Zêdekirina kadroya fêrkirinê li herêma  Cizîrê

Di çarçoveya amadekariyên sala perwerdeyê ya nû û ji bo derbaskirina pirsgirêka kêmbûna mamosteyan de, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê û bi hevkariya karîgeriyên perwerdeyê yên kantonê 24 hezar mamoste amade kirin.

Zêdekirina kadroya fêrkirinê li herêma  Cizîrê
28 tebax, 2018   08:00

RUBA EL-ELÎ / QAMIŞLO

Ji bo pêşwazîkirina sala perwerdê ya nû 2018/2019'an, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ji bo nirxandina rewşa dibistanan û astengiyên ku rastî mamosetyan tên, rêzecivîn bi karîgeriyên perwerdeyê yên herêma Cizîrê re li dar xistin.

Ji astengiyên ku herî zêde rastî karîgeriyên perwerdeyê dihatin, kêmbûna hejmara mamosteyan bû. Hejmara mamosteyên herêma Cizîrê gihaştibû 15 hezaran. Ji lew re desteyê û bi hevkariya karîgeriyên perwerdeyê, dewreyên perwerdeyê ji bo 24 hezar mamosteyan û ji bo her sê astên seretayî, navîn û amadehî vekirin. Dewre 60 roj berdewam kir.

Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê yê kantona Cizîrê Mihemed Salih Ebdo diyar kir ku deste bi armanca biserxistina warê perwerdeyê li herêmê, girtekên pêwîst ji bo sala xwendinê ya nû girtine. Her wiha kadroyên perwerdeyê yên baş, bi hejmarek guncaw peyda dike.

Guhertinên di materyalan de

Girêdayî mijara guhertina materyalan Ebdo diyar kir ku tu guhertin di materyalan de çênebûye û wiha pê de çû: "Di dawiya her salek perwerdê de, em nêrîn û pêşniyarên mamosteyan li ser materyalan û astengiyên ku rastî xwendekaran hatine û her wiha em nêrînên xwendekarên û akademisyanan jî digirin. Her wiha Ebdo destnîşan kir dê hin guhertinên besît di hin madeyan de çêbin.  

Têkildarî mijara guhertinên materyalan, Ebdo diyar kir ku di sala borî de hinek guhertin di materyalan de çêbû û ev jî tiştek xwezayî ye û bi awayekî domdar li ser materyalan de pêk tên û wiha got: "Meteryalên sabît, meteryalên mirî ne."

Girêdayî mijara girîngtirîn gavên desteyê ji bo sala nû, Ebdo diyar kir ku materyalên Rêveberiya Xwerser in ku dê bikevin refa 10’an.

(şx)

ANHA