Zarokên Cizîrê xwe ji bo mîhrîcanê amade dikin

Komên dîlanên folklorîk, stran û şanoya zarokan ên herêma Cizîrê perwerdeyên xwe li navendên çand û hunerê zêde dikin da ku tev li Mîhrîcana 4`mîn a Hunera Zarokan bibin.

Zarokên Cizîrê xwe ji bo mîhrîcanê amade dikin
28 tebax, 2018   08:00

NAVENDA NÛÇEYAN

Bi sponseriya Desteya Çand û Hunerê Mîhrîcana 4`mîn a Zarokan li ser asta herêma Cizîrê dê di 1`ê Îlonê de were lidarxistin. Ji ber vê yekê komên zarokan li navendên çand û hunerê yên herêma Cizîrê amadekariyan dikin da ku tev li mîhrîcanê bibin. 

Mîhrîcan dê di 1`ê Îlonê de dest pê bike û 9 rojan dê dewam bike. 6 rojên destpêkê dê li navenda Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan a girêdayî kantona Qamişlo werin lidarxistin û 3 rojên din dê li Navenda Çand û Hunerê ya Serêkaniyê ya girêdayî kantona Hesekê bin.

Dirbesiyê

Koma Arîn Mîrkan a dîlanan a navçeya Dirbesiyê ji 12 keçên ciwan pêk tê. Koma Viyan Peyman a stranan ji 23 zarokan pêk tê û koma şanoyê ji 15 zarokan pêk tê, kom amadekariyên xwe dikin da ku tev li mîhrîcanê bibin.

Rêveberên navendên çand û hunerê tekez kir ku dema zarokan bihîst mîhrîcan dê were lidarxistin moralê wan pir xurt bû û endamên navendê yekser dest bi amadekariyên pêwîst ji bo tev li mîhrîcanê bibin, kir.

Navçeya Amûdê

Li navçeya Amûdê ya girêdayî kantona Qamişlo Navenda Çand û Hunerê ya El-Hûrî dê bi 3 koman tev li mîhrîcanê bibe. Her komek ji 11 zarokan pêk tê. Ji ber vê yekê Navenda El-Hûrî perwerdeyên xwe di vî alî de zêde kirin.

Yek ji rêveberên Komîteya Çand û Hunerê ya navçeya Amûdê tekez kir ku ew dê wek navçe bi 3 koman tev li 4`mîn Mîhrîcana Zarokan bibin û ji ber wê niha perwerdeyên xwe zêde kirine.

(bx)

ANHA