Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in

Dosyaya Idlibê hê jî cihê xwe di manşêtên sereke yên rojnameyan de digire. Dewleta Tirk jî danûstandinê bi çeteyên Cebhet El-Nusra re dike da ku şert û mercên Rûsyayê pêk bîne û Idlibê di bin serweriya xwe de bihêle. Tirkiye di heman demê de bi rêya amûrên xwe amadekariya xwe ji şer re radigihîne. Li Iraqê biloka mezintirîn di parlemanê de hewl dide partiyên kurdî beşdarî nava xwe bike.

Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in
28 tebax, 2018   08:43

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin behsa geşedanên dawîn di dosyaya Idlibê ya Sûriyeyê de kir. Rojnameyan her wiha behsa danûstandinên di navbera Tirkiye û çeteyên Cebhet El-Nusra de kir. Rojnameyan bal kişand ser xebatên avakirina hikumeta Iraqê û rûniştina yekemîn a parlemana Iraqê, lihevhatinên Filistînî, hilweşîna aboriya Tirkiyeyê, avakirina hikumeta Lubnanê û gelek mijarên din.

Tirkiye danûstandina çeteyên El-Nusrayê dike

Der barê geşedanên dawîn ên di dosyaya parêzgeha Idlibê ya Sûriyeyê de rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin behsa danûstandinên di navbera Tirkiye û çeteyên Cebhet El-Nusra de kir. Rojnameya El-Heyat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Çareserkirina girêka El-Nusra Idlibê ji êrîşeke berfireh diparêze û Kum Spî dê parastina wan bike". Rojnameyê li ser navê çavkaniyên paya bilind di Artêşa Azad a Sûriyeyê de got ku Tirkiye xebatên xwe di hemû astan de didomîne da ku Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) birazîkirin bide da ku xwe bihelîne. Çavkaniyekî ji fermandarên tabûrên Bakur ku alîkariya xwe ji Tirkiyeyê werdigire ji rojnameyê re got ku li hemberî pêşniyarên Tirkiyeyê bersivdariyek ji aliyekî Cebhet El-Nusra ve heye û aliyekî din jî pêşniyaran red dike. Çavkaniyekî xwedî agahiyên leşkerî û ewlehî jî ragihand ku muhleta hevpeymana di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de tê derengxistin da ku girêka Cebhet El-Nusra were çareserkirin.

Tirkiye bi rêya çeteyên xwe gefan dixwe û amadebûna xwe ji şer re radigihîne

Rojnameya El-Qudis El-Erebî girêdayî heman mijarê manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Enqere li pêşiya du vebijêrên dijwar rû bi rû ye.. rêjîm xwe bi Îranê xurt dike û hewl dide hevpeymana Tirkiye û Rûsyayê asteng bike". Rojnameyê diyar kir ku metirsiyên girêdayî çarenûsa parêzgeha Idlibê dîsa derdikevin holê û diyardeyên hevpeymana Rûsya û Tirkiyeyê nayên naskirin da ku dosya Cebhet El-Nusra çareser bikin. Her wiha nîşanên ku evan herdu dewlet hevpeymanek derbarê çarenûsa bakurê Sûriyeyê de pêk anîne tune ne. Di heman demê de Enqere danûstandinên xwe bi rêxistinên cîhadîst re didomîne.

Rojnameyê destnîşan kir ku Enqere bi riya amûrên xwe yên leşkerî ku li herêmê hatine belavkirin ên weke "Eniya Niştimanî ya Rizgariyê" û Odeya Çalakiyan a Mertalê Firatê peyamên leşkerî ji aliyên bi bandor re dişîne û amadebûna xwe li hemberî êrîşeke li dijî parêzgeha Idlibê radigihîne.

Hevpeymana rewakirina hebûna Îranê di Sûriyeyê de

Girêdayî mijareke din a Sûriyeyê rojnameya Şerq El-Ewsat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Şam hebûna Îranê rewa dike". Rojnameyê ragihand ku Şamê û Tehranê di dawiya serdana Wezîrê Parastinê yê Îranê Emîr Hatimî ya paytexta Sûriyeyê Şamê de hevpeymaneke leşkerî û parastinê îmze kirin û li gorî wê hebûna hêzên Îranê û milîsên girêdayî wê li Sûriyeyê rewa dibe. Ev yek piştî sê salan ji hevpeymana di navbera Şamê û Moskov de ya avakirina du baregehên Rûsyayê li rojavayê Sûriyeyê pêk tê.

Li çolistana başûrê Sûriyeyê pevçûn berdewam in

Girêdayî rewşa leşkerî li Sûriyeyê rojnameya El-Heyat nivîseke xwe ya din wiha bi nav kir: "Kuştî di şerê li çolistana başûrrojhilatê Sûriyeyê zêde dibin". Rojnameyê ragihand ku di pevçûnên li çolistana başûrrojhilatê Sûriyeyê de yên di navbera hêzên rêjîmê û çeteyên DAIŞ'ê de hejmara kuştiyan 470 derbas kiriye.

Fransa lihevhatineke siyasî ku tê de rojavayî bêne dûrxistin red dike

Girêdayî mijarên siyasî yên Sûriyeyê û destwerdana di aloziya Sûriyeyê de rojnameya El-Ereb manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Macron; mayîndina El-Esed di desthilatdariyê de şaşiyeke mezin e". Rojnameyê ragihand ku serokê Fransayê Emmanuel Macron gotiye ku vegerandina Sûriyeyê weke berê û mayîndina serok Beşar El-Esed di desthilatdariyê de şaştiyeke mezin e. Ev daxuyaniya Macron bervajî daxuyaniyên wî yên berê hat nemaze gotibû ku ew vetoya welatê xwe li dijî mayîndina El-Esed di desthilatdariyê de bikar nîne.

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de got ku çavdêr dibînin ku daxuyaniya Makron di çarçoveya zexta li ser Şamê û Moskov de pêk tê, bi taybet piştî ku Rûsya hewl dide sûd ji aloziya di navbera Tirkiye û Amerîka de werbigire û Tirkiyeyê ber bi biloka xwe ve bikişîne û çareseriyeke siyasî ji aloziya Sûriyeyê re bêyî ku berjewendiyên hêzên rojavayî di ber çavan re derbas bike ferz bike û rewşa Sûriyeyê weke beriya sala 2011'an vegerîne û tenê berjewendiyên Tehran û Enqereyê biparêze.

Filistîn

Girêdayî mijarên Filistînê rojnameya El-Heyat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Fetih bi 'erê lê...' bersiva kaxeza Misrê ya lihevhatinê dide".

Lubnan

Rojnameya Şerq El-Ewsat girêdayî mijara xebatên avakirina hikumeta Lubnanê manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Ewn û Birrî daxwaza lezkirina avakirina hikumetê dikin. Herîrî jî serweriyên xwe baş dike".

Tirkiye

Girêdayî aloziya aborî ya Tirkiyeyê rojnameya El-Ereb manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Tirkiye bi rêya balafirgeha Stenbolê ya nû hewl dide aloziya xwe lawaz bike".

Iraq

Girêdayî mijarên Iraqê û xebatên avakirina hikumeta Iraqê rojnameya El-Heyat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Hevbendiya El-Sedir – Ebadî danûstandina Kurdan dike da ku beşdarî biloka mezintirîn bikin". Rojnameya Şerq El-Ewsat jî manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Biloka mezintirîn li Hewlêrê ye da ku dilsoziya Kurdan wergire".  Rojnameyê diyar kir ku serokê Iraqê Fûad Masûm duh banga li parlemana nû kir da ku yekemîn nûniştina xwe li dar bixe.

Rojnameya El-Ereb jî girêdayî heman mijarê manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Iraq li ber deriyê dewreyeke nû ya parlemanê ye û diyardeyên çalakiya siyasî werdigire."

Yemen

Girêdayî mijar û aloziya Yemenê rojnameya El-Heyat manşêteke xwe ya din wiha bi nav kir: "Koalîsyona Erebî Neteweyên Yekbûyî tawanbar dike ku zextên Hûsiyan bersivandine.”