Şîrketa El-Şemal ji cihê tirsê veguherî cihê hêviyê

Ev bû nêzî salekê ku şîrketa El-Şemal ava bûye. Piştî rizgarkirinê şîrketê gelek projeyên girîng ên ku dikevin xizmeta şêniyên Tebqayê pêk anîn. Her wiha gelek derfetên kar ji şêniyan re peyda bûn. Niha şîrket hewl dide di rêya bicihanîna gelek projeyan qadên xebatên xwe berfireh bike.

27 tebax, 2018   08:26

ABDULREZAQ ZEKERIYA / TEBQA

Şîrketa El-Şemal ku dikeva navenda bajarê Tebqayê, wekî embareke mezin a alav û maşîneyan dihat dîtin, şîrketê di nava 40 salan de xizmeteke mezin da projeyên bendava Firatê. Heya zivistana 2012‘an dema ku komên çete bajar dagir kir, hemû alavên tê de talan kirin û li derve firotin.

Komên çete yên DAIŞ‘ê piştî ku serweriya xwe li ser herêman ferz kir, di sala 2014‘an de dest danîn ser şîrketê, rewşa şîrketê veşartî bû, tu kesî nedizanî ka li vir çi heye, çi nîn e. Piştî êrîşa yekemîn a hêzên koalîsyonê di payîza 2016‘an de şêniyan texmîn kir ku DAIŞ‘ê şîrket wek embarên çek ji xwe re bi kar tîne.

Bi destpêka pêngava rizgarkirina herêmê ji aliyê QSD‘ê ve, ji ber êrîşên hawayî yên koalîsyonê û QSD‘ê jî di aliyê bejî de şîrket veguherî cihekî rûxiyayî.

Piştî rizgarkirinê herêmê di 10‘ê Gulana îsal de, derket holê ku DAIŞ’ê şîrket wek werşeyên çêkirina çek, obûs, hewan, avêjerên roketan û her wiha çekên tank û topavêjan û amadekariyên erebeyên bombekirî bi kar dianî.

Piştî pêngava rizgarkirinê pêdivî bi amadekirina zemînek xurt ji bo ji nû ve restorekirina binsaziyê bajêr hebû. Di encamê de Saziya Avakirinên Giştî hate avakirin û di meha Tîrmehê de şîrket wek cihê vê saziyê hate diyarkirin. Di vê çarçoveyê de, şîrket ku demekê bûbû amûreke çêkirina alavên kuştinê veguherî werşeyeke xizmetguzariyê, wekî çêkirina sarîc, derî, pencere, hawiye û hwd.

Saziya Avakirina Giştî hejmareke mezin xebatên pispor ên teknîk anîn, ji 300 karkeran re kar peyda dikir. Şîrket ji gelek werşeyan pêk tê.

Werşeya mobîlya û dirûtinê: Di vê werşeyê de 50 karker dixebitin, alavên xanî û buroyan bi hemû modelan çêdike.

Werçeya boyaxkirinê: Hemû alavên ku şîrket çêdike boyax dike, li vir 10 karker dixebitin.

Werşeya hesinkariyê: Ji 20 karkeran pêk tê, alavên hesin, derî, pencere, hawiye û pencere çêdikin.

Werşeya necariyê: 8 necar tê de dixebitin.

Karkerha qermît û blokan: ji 5 karkeran pê tê.

Di şîrketê de her wiha, werşeya tamîrkirina erebeyan heye. Werşeyê bi dehan erebe ambulans û erebeyên leşkerî tamîr kirin.

Kargeha ziftê ji destpêka Tîrmehê ve hate şixulandin, piştî ku hemû beş û alav hatin sererastkirin.

Ji hêla şîrketê ve gelek dibistan wekî "Kindî, Cahiz, Fayiz Mensûr ên rojhilatê bajêr û Qadisya ya taxa Sanî" her wiha avahiyên Rêveberiya Sivîl a Tebqayê hatin sererastkirin.

Ji bo demên pêş gelek proje di plansaziya şîrketê de ne. Ji wan, avakirina embara pirtûkên dibistanan, ji nû ve avakirina herêma sporê, avakirina senter, mol û sererasetkirina rêyên sereke yên herêmê.

(şx/ew)

ANHA