Bilind Îbrahîm beşdarî şahiya li Kobanê bû

Hunermend Bilind Îbrahîm beşdarî şahiyeke li bajarê Kobanê bû ku ji aliyê Ronahî TV ve hate organîzekirin.

Bilind Îbrahîm beşdarî şahiya li Kobanê bû
Bilind Îbrahîm beşdarî şahiya li Kobanê bû
Bilind Îbrahîm beşdarî şahiya li Kobanê bû
Bilind Îbrahîm beşdarî şahiya li Kobanê bû
27 tebax, 2018   08:51

KOBANÊ

Şahî li Qada Şehîd Egîd Korkumaz hate lidarxistin, bi hezaran ji şêniyên Kobanê tev li şahiyê bûn. Hunermend Bilind Îbrahîm dema derket ser dikê, destpêkê xêrhatina beşdaran kir û piştre dest bi stranên xwe kir.

Hunermendê Kurd Bilind Îbrahîm ku bi eslê xwe ji bajarê Dihokê yê başûrê Kurdistanê ye, beriya niha bi çend rojan serdana Rojava kiribû û beşdarî gelek şahiyên li herêma Cizîrê bûbû.

Bajarê Kobanê ku bûye bajarekî sembolîk ji bo her çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê, Bilind Îbrahîm yekem car e ku beşdarî şahiyeke li Kobanê dibe.

(kc)

ANHA