Projeya sererastkirina kanalîzasyona Tebqayê dest pê kir

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê bi awayekî fermî dest bi projeya sererastkirina kanalîzasyona bajarê Tebqayê kir.

Projeya sererastkirina kanalîzasyona Tebqayê dest pê kir
Projeya sererastkirina kanalîzasyona Tebqayê dest pê kir
27 tebax, 2018   08:22

TEBQA

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Tebqayê Hind Elî di semînerekê de ku ji bo asoyên rewşa xizmetguzarî li herêma Tebqayê hate lidarxistin, destpêkirina projeya sererastkirina kanalîzasyona bajarê Tebqayê pîroz kir.

Beriya niha bi du hefteyan Şaredariya Gel a Tebqayê dest bi projeya sereratkirinê kiribû.

Hêjayî gotinê ye ku herêmên ku berê xetên kanalîzasyonê negihaştibûnê, wê şaredarî xetên kanalîzasyonê bigihîne wan deveran jî. Her wiha dê xetên kanalîzasyonê yên bejahiya rojhilatê Tebqayê û bajarokê El-Mensûra jî werin sererastkirin.

(kc)

ANHA