Li Hesekê du kes ku pereyên sextet bi kar di anîn hatin girtin

Buroya Têkoşîna li dijiî Sucên Rêxistinî bi hevkariya Hêzên Sotoroyê ya bajarê Hesekê du kes ku dolarên Amerîkî yên sextet bi kar di anîn girtin.

Li Hesekê du kes ku pereyên sextet bi kar di anîn hatin girtin
26 tebax, 2018   18:17

NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Asayîşa Rojava û Bakurê Sûriyeyê li ser mijarê daxuyaniyek li ser malpera xwe ya fermî belav kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, Hêzên Asayîşê roja Yekşemî 26‘ê Tebaxa du kes ku dolarên Amerikî yên sexte li Hesekê bi kar di anîn girtin.

Daxuyaniyê got, "Endmaên Buroya Têkoşîna li dijî Sucên Rêxistinî bi hevkariya Hêzên Sotoro liv û tevgera herdu kesan û dikanên serifkirina pereyan li taxa Eskerî şopandin, derket holê ku her kes dolarên Amerîkî /100/ yên sexte serif dikin."

Li gorî daxuyaniyê, kemîne ji herdu sextekaran re hatin çêkirin û hatin girtin, li gel wan /20 hezar/ dolarên Amerîkî yên sextet hatin dîtin.

Her du kes sewqî dagehê hatin kirin.