Ciwanên Efrînê: Divê em ê xwe li gorî jiyana gelê şoreşger bi rêxistin bikin

Yekitiya Ciwanên Rojava rêzecivînên xwe yên li kantona Şehbayê û navçeya Şêrawa ya Efrînê didomîn. Di vê çarçoveyê de civînek li gundê Til Sosîn hat li darxistin.

Ciwanên Efrînê: Divê em ê xwe li gorî jiyana gelê şoreşger bi rêxistin bikin
Ciwanên Efrînê: Divê em ê xwe li gorî jiyana gelê şoreşger bi rêxistin bikin
Ciwanên Efrînê: Divê em ê xwe li gorî jiyana gelê şoreşger bi rêxistin bikin
26 tebax, 2018   19:59

ŞEHBA

Civîn li gundê Til Sosînê,bi amadebûna ciwanên ji gundê navçeya Fafîn, Ehirs û kampa Serdemê hate li darxistin.

Piştî rêzgirtinê Rêveberê Yekitiya Ciwanên Rojava Harûn Apoyî rola ciwanan di pêşxistin û parastina civakan de destnîşan kir  û got, ciwan bingeha sereke ya avakirina civakê ye, divê hemû ciwan xwe li gorî Şerê gelê şoreşgerî bi rêxistin bike û ji bo rizgarkirina Efrînê amade bin."

Apoyî her wiha got, "Ji bo pêkanîna armancên netewa demokratîk, wefedariya bi şehîdan û pêkanîna sozên bi rêber Ocalan re, her wiha ji bo pêkanîna biryarên konferansa rizgarkirina Efrînê, ji me tê xwestin em xwe birêxistin û perwerde bikin, ji ber ku rizgarkirina Efrînê di serî de erka me ye, em ê li hemberî dijminên Efrînê serî hild in û Efrîn rizgar bikin."

ANHA