Li Îranê balafira leşkerî ket

Balafireke leşkerî ya tîpa F-5 ya Hêzên Hewayî ya Îranê li nêzî bajarê Dezfûl ket xwarê.

Li Îranê balafira leşkerî ket
26 tebax, 2018   18:05

NAVENDA NÛÇEYAN

Balafireke leşkerî ya tîpa F-5 a Hêzên Hewayî ya Îranê li nêzî bajarê Dezfûl yê başûrê rojavayê Îranê ket xwarê.

Li gorî agahiyan balafireke leşkerî ya F-5 a Hêzên Hewayî ya Îranê li nêzî bajarê Dezfûl yê eyaleta Hûzîstan ku dikeve başûrê rojavayê welat ji ber pirsgirêkeke teknîkî kete xwarê. Hate ragihanidn ku di qezayê de pîlot Serheng Menûçhr Fattahî miriye. Têkildarî hejmar û aqûbeta kesên din balafira leşkerî de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.