Wezîrê parastinê yê Îranê gihaşt Şamê

Wezîrê parastinê yê Îranê Emîr Hatimî îro di saetên sibê de gihaşt paytexta Sûriyeyê Şamê. Hate zanîn ku serdana wî dê 2 rojan dirêj bike.

Wezîrê parastinê yê Îranê gihaşt Şamê
26 tebax, 2018   08:24

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Tesnîm a Îranê wezîrê parastinê yê Îranê Emîr Hatimî îro di saetên sibê de gihaşt paytexa Sûriyeyê Şamê. Tê payîn ku di serdana xwe de bi serokê rêjîma Sûriyeyê Beşar El-Esad, wezîrê parastinê û berpirsên leşkerî re bicive.

Li gorî heman ajansê ku Hatimî bi hêvî ye ku Îran tev li jinûveavakirina Sûriyeyê bibe û têkiliyên di navbera her du welatan de xurt bibin.

Serdana Emîr Hatimî ji Sûriyeyê re di dema ku rêjîm amadekariyên operasyonan li dijî çeteyên Tirkiyeyê û di nav de Cebhet El-Nusra dike, her wiha di dema ku şandeya Tirkiyeyê hevdîtinan bi rêjîma Rûsyayê re der barê Idlilbê de pêk tîne, hat.

Piştî ku hêzên rêjîmê başûrê Sûriyeyê xist bin serweriya xwe, dest bi şandina alîkariyên leşkerî ji derdora parêzgeha Idlibê re kir û bi taybet sêkoşeya Cisir El-Şixûr, Sehil El-Xab û gundewarên Laziqiye da ku dest bi operasyonên leşkerî bike. Bi vê yekê der barê avakirina herêmeke bêşer de li parêzgehên Heleb, Hama, Idlib û Laziqiyê lihevkirin pêk hat.

Îran bi her awayî alîkariya leşkerî dide hêzên rêjîma Sûriyeyê û niha jî hewl dide tev li avakirina Sûriyeyê bibe û di vî aliyê de gelek lihevkirin bi rêjîmê re îmze kirin.

(bx/ew)