Gel û şaredarî ji ber xemsariya ajokaran bi gazinc in

Şêniyên navçeya Tirbespiyê û Şaredariya Gel a navçeyê ji ber diyardeya avêtina ajokaran ji gemar û çopê li ser rêyan bi gilî û gazinc in. Ajokar di pencereyên erebeyên xwe re gelaşê diavêjin ser rêyan. Ew jî dibe cihê nerazîbûna şêniyan û xebatên karkerên paqijiyê zêde dike.

Gel û şaredarî ji ber xemsariya ajokaran bi gazinc in
26 tebax, 2018   08:39

KADAR IBRAHÎM / QAMIŞLO

Erebeyên Şaredariya Gel a navçeya Tirbespiyê û şaredariyên girêdayî wê ji serê sibehan de rojane rê û kolanan paqij dikin. Lê piştî tevgera erebeyan li ser rêya giştî di navbera Dêrik-Qamişloyê de ku di nav Tirbespiyê re derbas dibe, gelek gemar û gelaş li ser rêyê kom dibe. Gelek ajokar gelaşê di pencereyan xwe re diavêjin ser rêyan.

Bandorên vê  diyardeyê yên neyînî li ser tenduristiya gelê herêmê heye. Bêhna nexweş belav dibe, dibe cihê kêzik û kotinkeran û tevî wê jî xebatên karkerên paqijiyê zêde dibe.

Her çend hemleyên Şaredariya Gel a Tirbespiyê li hemû dever û gundên navçeyê bi armanca teşwîqkirina welatiyan li ser paqijiyê pêk hatibin jî ev diyarde ji holê ranebû.  

(şx/ew)

ANHA