‘Heçî li vegerê bifikire, çarenûsa wî mirin an jî talankirin e’

Koçberên Dêrazorê ji deverên di bin serweriya rêjîma Sûriyeyê de reviyan û li Kampa El-Recim El-Ebyed a gundewarên Reqayê bi cih bûn. Koçberan sedemên nevegera xwe ya li warê xwe destnîşan kirin û got ku yê li vegerê bifikire çarenûsa wî yan talankirin an jî mirin e.

‘Heçî li vegerê bifikire, çarenûsa wî mirin an jî talankirin e’
‘Heçî li vegerê bifikire, çarenûsa wî mirin an jî talankirin e’
‘Heçî li vegerê bifikire, çarenûsa wî mirin an jî talankirin e’
‘Heçî li vegerê bifikire, çarenûsa wî mirin an jî talankirin e’
‘Heçî li vegerê bifikire, çarenûsa wî mirin an jî talankirin e’
‘Heçî li vegerê bifikire, çarenûsa wî mirin an jî talankirin e’
‘Heçî li vegerê bifikire, çarenûsa wî mirin an jî talankirin e’
‘Heçî li vegerê bifikire, çarenûsa wî mirin an jî talankirin e’
26 tebax, 2018   07:45

EHMED EL-KEMYAN / GIRÊ SPÎ

Ji herêmên di bin serweriya rêjîmê de, herî zêde ji Dêrazorê, bi hezaran koçber di kampên nerêxistinkirî yên gundewarên Reqayê bi cih bûne. Koçberan li nêzî zeviyên çandiniyê ji ber hebûna av û derfetên kar bi cih bûne.

Koçberên li kampa El-Recim El-Ebyed jî ya gundewarên Reqayê rexmî aboriya wan a xirab jî, kêmbûna alîkariyên ku ji wan re têne şandin, venagerin warê xwe ku di bin serweriya rêjîmê de ne.

Koçberên Kampa El-Recim El-Ebyed sedema venegerîna xwe ya li warê xwe ji me re parve dikin.

Koçberê bi navê Ehmed Kemal El-Elî ji navçeya El-Eşara ya Dêrazorê ye û wiha got: "Ev bû salek ku em ji malên xwe koçber bûne. Ji ber aramî û hebûna derfetên kar, me jiyana li herêmê pejirand. Girîngtirîn sedemên ku li ber vegera me dibin asteng buhabûn e û bêewlehiya herêmên me ye."

Ehmed El-Kemal her wiha got: "Em dikarin tiştan ji dikandaran bi deynin bibin, dema em derfetên kar peyda bikin, em wê demê deynên wan vegerînin, lê ev tersî çêdibe, ji ber dikandar deynan qebûl nakin, ji ber rewşa ne aram e, ditirsin ku heqê wan were xwarin."

Koçberê bi navê Bedewî Silêman diyar kir ku ew vegeriya mala xwe ya li navçeya El-Eşara ya Dêrazorê. Lê dema vegerî tu tişt di mala wî de nemabû û heta têlên kehrebeyê hatine dizîn.

Bedewî beriya ku vegere kampê demekê li malê xwe mabû û li ser jiyana li navçeyê wiha got: "Dizî bi awayekî berfireh di nav çekdarên ku mirov nizane girêdayî kê ne, belav bûye. Bi zorê çekan tiştên ku eciibandine ji şêniyan dibin, bêyî ku kesek hesabê ji wan bixwaze."

Ji aliyê xwe ve koçbera bi navê Nûra El-Cefal a ku ji gundê El-Şiweyn a gundewarê Dêrazorê ye têkildarî vê mijarê wiha got: "Tenê koçberên ku rewşa wan ya madî baş e û dikarin di nav tunebûna derfetên kar û buhabûnê de bijîn, li wir man."

Her wiha koçberan bang li rêxistinên mirovî û aliyên têkildar kir ku rewşa wan di ber çavan derbas bikin û alîkariya wan bikin. Koçberan pêwîstiya guhertina konên wan ên telefbûyî beriya zivistanê destnîşan kir.

Kampa El-Recim El-Ebyed nêzî 700 malbatên ku ji gundewarên Dêrazorê başûrê çemê Firatê reviyane, lê bi cih bûne. Konên wan bi awayekî bê rêk û pêk di nav gund û zeviyên derdorê de belav bûne.

(şx-ew)

ANHA