Ednanê Cindo, li her derê hazir û nazir e

Hema li giştî qadên çalakiyan ên li kantona Şehbayê tên lidarxistin kesek bi navê Ednanê Cindo heye ku ji hêla gel ve gelekî tê hezkirin. Astengdarê mêjî Ednanê Cindo çalakiyan bi coştir dike û dibe sedema keyfxweşiya welatiyan.

Ednanê Cindo, li her derê hazir û nazir e
Ednanê Cindo, li her derê hazir û nazir e
Ednanê Cindo, li her derê hazir û nazir e
Ednanê Cindo, li her derê hazir û nazir e
25 tebax, 2018   11:31

CAFER CAFO – ELÎ GEDRO / EFRÎN

Astengdarê mêjî Ednanê Cindo li gundê Feqîra yê devera Cindirêsê ya Efrînê ji dayik bûye û niha temenê wî nêzî 60 saliyê ye. Ednanê Cindo ji 2 saliya xwe ve di mêjî de astengdar bûye, lê dîsa jî tev li çalakiyan dibe û wan bi coştir dike.

Ednanê Cindo kurê sêyemîn ê malbata xwe ye û 4 bira û 3 xwişkên wî hene. Ji ber astengdariya wî û bi taybet piştî êrîşa dewleta Tirk û komên çete li dijî Efrînê, Ednanê Cindo êdî bê malbat maye û bêkes e.

Ednanê Cindo ji bo gelek welatiyan jêdera kêfxweşiyê ye û ji destpêka Şoreşa Rojava ve bi coş beşdarî hemû çalakiyan dibe.

Di hemû xwepêşandanan de gelek welatiyan wêneyên xwe bi Ednanê Cindo re dikişandin. Di dema êrîşa hovane ya artêşa Tirk û komên çete de Ednanê Cindo li rex welatiyên Efrînê neçarî koçberiyê bû û li gundê Zaretê yê navçeya Şêrewa bi cih bûye û li vir jî beşdarî hemû çalakiyên li kantona Şehbayê tên lidarxistin, dibe.

Ednanê Cindo jî wekî hemû welatiyên Efrînê li benda rizgarkirina Efrînê ye.

ANHA