Şêniyên Reqayê alaveke nû dahêna

Ji bo jinûveavakirina bajarê Reqayê, pîşedarên Reqayê alaveke nû dahêna. Bi rêya vê alavê boriyên hesin ên kevn ji nû ve sererast dikin. Piştre di nav sûkê de bi nirxên erzan difiroşin. Bi vî awayî derfetên kar ji gelek şêniyên bajêr re peyda dibin.

Şêniyên Reqayê alaveke nû dahêna
Şêniyên Reqayê alaveke nû dahêna
Şêniyên Reqayê alaveke nû dahêna
Şêniyên Reqayê alaveke nû dahêna
25 tebax, 2018   11:07

AMAR EL-XELEF / REQA

Çeteyên DAIŞ'ê binasaziya bajarê Reqayê wêran kiribû. Piştî rizgarkirina bajêr, gelek pîşedarên bajêr vegeriyan û ji bo jinûveavakirina bajêr alaveke nû dahêna (îcad kir). Bi rêya vê alavê, hesinên kevn ên bermahiyên avahiyan ji nû ve sererast dikin û bi nirxên erzan li sûkê difiroşin.

Ev makîne di piraniya dikanên sûka hesin a li kolana El-Makif a ku dikeve rojhilatê bajarê Reqayê de belav bû.

Bi sedan karker berê xwe didin avahiyên wêrankirî û hesinên kevn derdixin û dibin sûkê.

Ev alav derfetên kar ji sedan karkeran re peyda kir. Heta niha di vî warî de 900 welatî ji Reqa û derveyî wê dixebitin.

Buhayê kîloya hesin a nû li sûkê 270 lîreyên Sûriyeyê ye. Lê buhayê kîloya hesinên kevn 160 lîreyên Sûriyeyê ye. Ev jî bi xwe re lêçûnên jinûveavakirinê kêmtir dike. Hilberîna sûkê ya rojane ji hesinên kevn zêdetirî 4 ton e.  

(şx)

ANHA