Dagirkeriya Tirk gora Nûrî Dêrsimî vala kir

Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li Goristana Henan a navçeya Şera ya Efrînê gora Nûrî Dêrsimî û hevjîna wî û gelek kesayetên welatparêz ji hestiyên wan vala kirin.

Dagirkeriya Tirk gora Nûrî Dêrsimî vala kir
Dagirkeriya Tirk gora Nûrî Dêrsimî vala kir
Dagirkeriya Tirk gora Nûrî Dêrsimî vala kir
25 tebax, 2018   11:46

EFRÎN

Artêşa Tirk û komên çete yên girêdayî wê hovîtiya xwe li herêma Efrînê bi hemû rêbazên çeteyên DAIŞ'ê didomînin. Artêşa Tirk û komên çete destdirêjiyê li hemû mezar û deverên dîrokî yên Efrînê dikin. Herî dawî artêşa Tirk û komên çete yên girêdayî wê li Goristana Henan a navçeya Şera gorên nemir Dr. Nûrî Dêrsimî û hevjîna wî û gelek kesayetên welatparêz û oldar ji hestiyên wan vala kirin.

Girîngiya Goristana Henan

Yek ji kevntirîn mezar û goristanên li herêma Efrînê Goristana Henan e û li vir gelek kesayetên welatparêz, oldar û kesayetên dîrokî yên Kurd hatine spartin.

Dr. Nûrî Dêrsimî

Dr. Nûrî Dêrsimî di sala 1894'an de li gundê Axzûnîk a girêdayî Dêrsimê ji dayik bû. Bavê wî Îbrahîm e û dayîka wî Zelîxa ye û girêdayî eşîra Miliyan e. Dêrsimî ji ciwantiya xwe ve beşdarî nava kar û xebatên siyasî bû û Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê li rex hin hevrêyên xwe yên dibistana amadeyî ava kir.

Dr. Nûrî Dêrsimî di sala 1973'yan de li Efrînê jiyana xwe ji dest da û di sala 1994'an de jî hevjîna wî Ferîde jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Dr. Nûrî Dêrsimî û hevjîna wî li Goristana Henan a navçeya Şera hatin spartin. Dr. Nûrî Dêrsimî di salên 40'î de ji ber hovîtiya hikumeta Tirkiyeyê neçar dimîne ji Tirkiyeyê koçber bibe û li bajarê Helebê bi cih dibe.

Tirkiye şaristaniya bi hezaran salan hildiweşîne

Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê deverên dîrokî û şûnwarên ku dîroka wan vedigere bi hezaran salan, hildiweşîne. Artêşa Tirk bi balafiran êrîşî girê Endarê (perestgeheke serdemên herî kevnar e) kir. Artêşa Tirk û komên çete her wiha destirêjî li gelek deverên dîrokî yên herêma Efrînê kir, wekî Dêra Mar Maron li navçeya Şêrewa û Keleha Nebî Horî (Sîros).

ANHA