Motorsîklêt pêwîstiyek e yan cihê aciziyê ye?

Motorsîklêt yek ji amûrên siwareyan e, lê ji bo hin kesan dibe cihê aciziyê, bi taybet dema ku zarok bê ser û ber diajon. Nerêxistinbûna motoran li hin sûkên bajarên herêma Cizîrê tevgera çûnûhatinê xirabtir dike.

Motorsîklêt pêwîstiyek e yan cihê aciziyê ye?
Motorsîklêt pêwîstiyek e yan cihê aciziyê ye?
Motorsîklêt pêwîstiyek e yan cihê aciziyê ye?
Motorsîklêt pêwîstiyek e yan cihê aciziyê ye?
25 tebax, 2018   09:08

AMARA CÛDÎ - ÎSAM EBDULLAH / QAMIŞLO

Li herêma Cizîrê di demên dawîn de diyardeya bikaranîna motoran zêde bûye. Rast e ku motor yek ji amûrên siwareyan e, lê dema ji bo ajokarên wê dibe cihê payebûn û keyfiyetê ku bê ser û ber diajon, ji bo welatiya cihê aciziyê, her wiha tevgera çûnûhatinê asteng dike.

Li gorî rayedarên trafîkê yên kantona Cizîrê, nêzî 40 hezar motor hatine tomarkirin.

Buhayê motoran li beramberî erebeyên din kêmtir e, ji ber vê yekê gelek kes bi kar tînin. Qerebelix, astengkirina tevgera trafîkê û rawestandina bêrêkûpêk, pirsgirêkên bingehîn in ku şênî jê bê zar in.

Li rex zêdebûna hejmarên motoran di van çend salên dawîn de, tunebûna qanûnên birêxistinkirina tevgera wan û tunebûna rawestgehên motoran li herêmên Rojava-Bakurê Sûriyeyê rêzepirsgirêk derxistin holê û bûn cihê bêzariya şênî û xwediyên dikanan.

Diyardeya rawestandina motoran di nava rêyan de, cihê çandina daran û her wiha li ser peyarêyan derket holê û ew jî tevgera trafîkê, derbasbûna şêniyan û karên bazirganan û xwediyên dikanan asteng dike.

Şênî, di nav de dikandar, dibêjin ew motoran red nakin, lê ji ber tunebûna rawestgehên motoran û nerêxistinkirina wan aciziyan dikişînin û tînin ziman ku ji ber vê sedemê qeza çêdibin.

Welatiyê bi navê Silêman Mîrza ji şêniyên navçeya Dêrîkê ya herêma Cizîrê ye, têkildarî vê mijarê wiha got: "Ez ne li dijî hebûna motoran im, lê li Dêrîkê bûye modeya pêşbaziyê û cihê bêzarkirina şêniyan. Motor li rêyên sereke yên bajêr û li nava rêyan (cihê ku dar lê tên çandin) tên rawestandin û ew ji ber gelek qezayan bûye cihê bêzariya şêniyan."

Şêniyan bang li aliyên têkildar dike ku cihê rawestandina motoran dûrî sûk û cihên qerebelix eyar bike.

Rêveberiya Giştî ya Trafîka Herêma Cizîrê diyar kir ku rêveberî bi hevkariya û koordîneya şaredariyên gel li hin bajar û navçeyên kantonê, cihên rawestandina motoran eyar kirine wekî bajarê Serêkaniyê, Dirbesiyê, Hesekê û Amûde.

Her wiha endamê rêveber ê Rêveberiya Giştî ya Trafîkê Muntesir Qenjco destnîşan kir ku ji bo eyarkirina cihên taybet ji bo rawestandina motoran, buroyên rêveberiyê li bajar û navçeyên kantonê bi rêveberiyên şaredariyan re di nav têkiliyan de ne

Diyardeya ajotina zarokan

Ji ber zêdebûna hejmara motoran, diyardeya ajotina zarokan derket holê û bi taybet di saetên şevê de.

Taxên bajarên Rojava-Bakurê Sûriyeyê, diyardeya gera zarokan bi motoran di nîvê şevê de derketiye holê, li gel vê jî dengê muzîkê bilind dikin û ew jî dibin cihê bêzariya şêniyan. Her wiha ajotina wan a bêrêkûpêk jiyana sivîlan û bi taybet jiyana welatiyan dixe xetereyê.

Her wiha welatiyê bi navê Silêman Mîrza li ser vê diyardeya neyînî wiha got: "Hin ciwan, an jî em bibêjin zarok qanûnan rêzdar nakin. Ji ber ajotin bi xwe exlaq û zewq e. Ji ber wê em bang li aliyên pêwendîdar dikin ku bendek ji vê diyardeyê re deynin." Mîrza di dawiya axaftina xwe de pêşniyar kir ku destûr ji bo ciwanên ku temenên wan di bin temenê qanûnî de neyên dayîn û her wiha li ser muxalîfan cezaya madî bibirin û motoran desteser bikin.

Rêveberiya Giştî ya Trafîkê ya Kantona Cizîrê da xuyakirin ku di nav qanûnên wan de, qanûna qedexekirina ajotina hemû erebe û motoran di bin temenê qanûnî 18 saliyê de heye.

Muntesir Qenco li ser mijarê diyar kir ku rakirina diyardeya wan hemleyek li ser asta herêma Cizîrê dane destpêkirina da ku rê li ber vê diyardeyê bigirin.

Muntesir Qenco di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Rêveberî kesên ku temenên wan di bin temenê qanûnî de ye, ceza dikin, her wiha xwediyê wî kesî soz dide ku ev bûyer careke din dubare nebe û eger dubare bû motor mehekê tê desteserkirin û cezeya madî lê dibirin. Eger cara sêyemîn dubare bibe, motor tê desteserkirin."

Ji aliyê xwe ve welatiyê bi navê Xelîl Silêman ê ji şêniyên bajarê Dêrîkê ye got ciwan motoran bi lez û bi awayekî ne bê ser û ber di nav sûka navendî de ku bi şêniyan tijî, diajon. Her wiha hin ciwan dengê motroran û pê re dengê muzîkê billind dikin û şêniyan aciz dikin. Ji ber wê divê aliyên têkildar ji bo jiholêrakirina vê diyardeyê, geracek taybet ji bo rawestandina motoran ava bikin, riyên taybet ji bo çûn û hatina wan eyar bikin û destûr nedin ku di nav sûka navendî û rêyên sereke biajon.

Her wiha welatiyê bi navê Kamîran Hesen li ser vê mijarê got: "Li Dêrîkê, belavbûna motoran ya zêde, ajotina bi lez û pêşbaziyan di nav bera ciwanên ku xwe li hember hev du vedinin bûn sedema gelek pirsgirêk û qezayên ku hejmarek şênî bûn qurbaniya wê."

Têkildarî diyardeya qulkirina şetman û guhertina teşeya motoran û bi karanîna lambeyên ku dîtina yên hember qut dikin de, Rêveberiya Giştî ya Tirafîkê li Kantona Cizîrê, diyar kir ku ew ji bo vê pirsgirêkê, di nav bajêr de digerin û hemû motorên ku bi teşeyan wan hatiye lîstin digirin û xwediyên wan ceza dikin. 

(şx)

ANHA