Nasnameya 5 şehîdên HPG'ê hatin aşkerekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 5 gerîlayên li Dersim, Wan û Şirnexê şehîd bûbûn bi daxuyaniyekê aşkere kir.

Nasnameya 5 şehîdên HPG'ê hatin aşkerekirin
Nasnameya 5 şehîdên HPG'ê hatin aşkerekirin
Nasnameya 5 şehîdên HPG'ê hatin aşkerekirin
Nasnameya 5 şehîdên HPG'ê hatin aşkerekirin
Nasnameya 5 şehîdên HPG'ê hatin aşkerekirin
Nasnameya 5 şehîdên HPG'ê hatin aşkerekirin
25 tebax, 2018   08:38

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 5 gerîlayên li Dersim, Wan û Şirnexê şehîd bûbûn eşkere kir.

Daxuyaniya HPG'ê wiha ye:

15’ê Tebaxa 2018’an li Dersimê, li qada Xaçalî dema operasyona artêşa TC ya dagirker di navbeyna komeke hevalê me û yekîneyên dijmin de şerekî giran çêbûye. Di şer de dijmin windahiyên giran dane û piştre bi êrîşên hewayî xwestiye ku encamê bistîne. Di şer de, ku hijmara wan tam zelal nebû, gelek leşkerên dijmin hatin kuştin û gelek ji wan birîndar bûn. Di vî şerî de hevalên me Jîndar Ezgî, Berfîn Mazlûm û Çekdar Piling heta bi guleya xwe ya dawî şer kirin û bi qehremanî şehîd bûn.

Nasnameyên rêhevalên me yên şehîd wiha ne:

Nasnav: Jîndar Ezgî

Nav û paşnav: Pinar Yildirim

Cihê dayikbûnê: Dersim

Navê dayikê: Cemîle

Navê bav: Zulfu

Cih û dîroka şehadetê: Dersim / 15’ê Tebaxa 2018’an

********

Nasnav: Berfîn Mazlûm

Nav û paşnav: Fatma Eskîn

Cihê dayikbûnê: Agirî

Navê dayik: Sabîha

Navê bav: Îbrahîm

Cih û dîroka şehadetê: Dersim / 15’ê Tebaxa 2018’an

********

Nasnav: Çekdar Piling

Nav û paşnav: Yûnûs Samûr

Cihê dayikbûnê: Riha

Navê dayik: Adîle

Navê bav: Mehmet

Cih û dîroka şehadetê: Dersim / 15’ê Tebaxa 2018’an

*******

Nasnameya rêhevalê me yê li Wanê şehîd bûyî wiha ye;

Nasnav: Cemîl Çatak

Nav û paşnav: Erkan Baybek

Cihê dayikbûnê: Wan

Navê dayik: Kîbar

Navê bav: Îrfan

Cih dîroka şehadetê: Wan / 7’ê Tebaxa 2018’an

********

Nasnav: Agît Amed

Nav û paşnav: Mehmet Can

Cihê dayikbûnê: Amed

Navê dayik: Emîne

Navê bav: Fethî

Cih û dîroka şehadetê: Mêrdîn / 24’ê Tîrmeha 2018’an